Zarokên Efrînî dest bi perwerdeyê kir
HÎVDA HEBÛN
ŞEHBA
Zarokên Efrînî ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji dibistanên xwe man, li kampa Berxwedan a li Şehbayê li binê konan perwerdeyê dibînin.
Bi alîkariya Komîteya Perwerdeyê (KPC) û rêveberiya xweser a Efrînê, li kampa Berxwedan a li herêma Şehbayê ji bo xwendekarên dibistana seretayî konek hate vedan ku wê weke dibistanê bê bikaranîn.
400 xwendekarên ji pola destpêkê heta pola şeşan, wê li 14 sinifan li dibinstana ji kon bixwînin. Mamosteyê dibistana seretayî Dijwar Îbrahîm got, ji bo ku zarok ji atmosfera giran a şer rizgar bibin û ji perwerdeya xwe nemînin, wan dibistan li kampa Berxwedan vekirine û got, “Ji bo zarok ji ziman, çand û perwerdeya xwe nemînin, weke gava destpêkê me dibistana ji pola destpêkê heta ya şeşan vekir. Dibistana me ji 14 sinifan pêk tê û 400 xwendekar lê perwerdeyê dibin.”
Diojwar Îbrahîm herî dawî bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên sivîl kir ku destekê bidin dibistanên wan.