Di pergalekî de, ew pergal dibe dewletek be, civak an jî malbateke biçûk be, ji her tiştî wêdetir ya girîng “zarok” e. Agahiyên ku ji dîrok vir ve gihaştina ber destê me, di naveroka wan de, ango ji Zerduştiyê bigirin ji Budha, ji desthilatdar û arîfên Misrê bigirin ji wêjeger û ramangerên sofist ên Yewnan, piştî wan ji “sêyem zanyar” Sokrates, Eflatûn û Arîstotelesê bigirin heta ji feylesof û wêjegerên hezar sala dawîn, fikr û nêrînên ku li ser zarokan hatine bilêvkirin û kedên ku zanyaran li ser zaroktiyê dane û di pirtûkên xwe de anîne ziman, gelekî muhîm in. Ji wê wêdetir ew hemû ramanger û zanyarên xwedî nirx, girîngiya neslên nûjen dîtine, di kuliyetên xwe de jî yekemîn xalên esas li ser zarokan vekirine. Ji wan yek jî Ehmedê Xanî ye.
Ehmedê Xanî, di nav civaka me ya Kurdan de taybet û gelemperî bi pirtûka xwe ya “Mem û Zînê tê zanîn. Lê Ehmedê Xanî, xêynî “Dîwan”ê, li ser ol û li ser zarokan jî xwedî ked û xebatên gelekî mezin e. Lê berî ku em qala xebatên Emhedê Xani ya li ser perwerdehiya zarokan vekin, divê em hinekî behsa yên din bikin. Mînak Eflatûn.
Wek tê zanîn Eflatûn, ji bo belavkirina fikr û ramanên Sokratesê nivîskarê pirtûka Sokrates e jî... Û di heman demê de bi pirtûka xwe ya herî bi nav û deng “Dewlet”ê ve bingeha zanistî ya bilind a siyasetê danîtiye. Di zanîngehên herî mezin de jî gava dersên zanistî ya siyasetê tê dayîn, yekemîn pirtûk û çavkanî ya vê dersê Dewlet a Eflatûnê ye. Di vî pirtûkê de li ser xwezahiya bûyerên xwezayê, xwezahiya însan, tekilî ya însan û civak, girîngiya perwerde, muzîk û hemû huneran jî heye lê, ji hemûyan wêdetir, taybet li ser perwerdekirina zarok û naveroka perwerde yên wan kûrbûnek heye. Çi ku Eflatûn, di wê demê de jî hay jê heye ku, bingeha civakê zarok in û perwerdekirina zarokan, gihandina wan, têgihîştîbûna wan, fêrdanîna geometri, muzîk, arîtmetîk ya zarokan û hwd gelek muhîm e.
Ya ku hêjahiya civakê diyar dike jî hêjahiya perwerdekirina zarokan bixwe ye. Ehmedê Xanî jî hay jê girîngiya vê yekê bû. Ji ber wê, yekemîn ferheng a Kurdî û çavkaniya perwerdeyê jî li ser zarokan çêkir. Di serdema me ya nûjen de jê re pirtûka zarokan dibejin, lê pirtûka “Nûbuhara Biçûkan” ya Emhedê Xanî, ji bo avakirina civakeke kamîl û gihîştî bingehek jî nîşanî me dide. Çi ku li ser navê pirtûkê jî çend niqaş hene ku, ew jî ziravî û hûrnêrîna Xanîyê radixe ber çavên me. Ew çi ye? Hin weşanxane, navê pirtûkê wek “Nûbuhara Biçûkan” lêdikin, lê li gorî hin rîwayetan jî nav a esil “Nûbara Biçûkan” e. Her du jî gelek biwate ne: Nûbuhar’ê ve zarok wek buhara civakê tên dîtin, Nûbar’ê ve jî zarok wek babet û “bar”ê rojên bêyî tên binavkirin. Ango ger di xebatên Xanî, ger di xebatên zanyar û wêjegerên din de be, bi tevahî zarok, gihandina wan, perwerdekirina wan, di hemû serdeman de ji bo hemû civak û dewletan yekemîn xal ên civakan e.
Ji ber vê yekê, divê em li beranberî girtina qenalên televizyon a zarokan ya siyaseta desthilatdariyê wek şaşmayî û matmayî nemînin û tevnegerin. Ew siyasetmedarên hanê, ku bi polîtîka yên xwe ve êrişî zarokan dikin, hay jê tevgerên xwe ne. Ji we wêdetir, xwedî agahî yên giraniya rolên xwe ne, bi zanebûn tevdigerin û siyasetên zirav dimeşînin. Ango divê em jî bizanibin, ku ev siyaset, ne bi pêşniyarî şêwirmendên beredayî çêdibin, berevajî her çi dikin bi zanebûnê dikin. Li gor wê, pêywirên ku li ser stuyê muxalîfan e jî diyar e, “bi zanebûn ber xwe danî”...