Sazî dezgehên rêveberiyê yên li bajêr hatine avakirin, hebûna rejîmê pûç kirine.
Li dibistanên li Hîmo, zarokên Ereb hînî Kurdî dibin. Xwedenkara bi navê Asya El Huseyîn dibêje, heta ew vî zimanî hîn bibe ewê navberê nede dersan û zarokeke din a bi navê Yasmîn El Ayyad jî tîne ziman, ku malbata wê ji bo hînbûna zimanê Kurdî ew şandiye dibistanê. Yasmîn biçûk dibêje, "Ji bo ez karibim bi hevalên xwe yên Kurd re biaxivim, ez hînî Kurdî dibim."
SZK pêşengiyê dike
Di çarçoveya Kembera Ereb de zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Beesê ve bi dehan salan li cihêkariyeke dijwar re rû bi rû ma. Perwerde, weşand û muzîka Kurdî hatin qedexekirin. Li dû raperîna di meha Adara sala 2011'an destpê kir, Kurdan lez dan pêvajoya Xweseriya Demokratîk. Perwerde û Hîndekariya bi Kurdî jî di vê çarçoveyê de bi pêş ket û li herêmên di bin kontrola Kurdan de belav bû.
Saziya Zimanê Kurdî ya di sala 2012'an de vebû, pêşengiya perwerdeyê dike. Li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Kurd lê dijîn, bi sedan dibistan hatin vekirin û ji bo kêmasiya mamosteyên li van dibistanan dersan bidin çareser bikin, xebat hatin xurtkirin.
Li gel xebatên perwerdeyê, rêxistinên civakî yên sivîl bi awayekî awarte zêde bûn, ji bo hêsankirina jiyana li gundan kooperatîf hatin avakiirn, ji bo rêveberiya bajaran konseyên gel û hejmarek zêde komîte hatin damezrandin.
Artêşa Kurd YPG û hêza polêsan (Asayîş) jî, ku xwedî bi dehhezaran endamên ciwan in, yek ji saziyên herî berçav ên xebatên avakirina Kurdistaneke Xweser û Demokratîk e. Ev hemû di nava derfetên gelekî kêm û mercên şer de hatin avakirin.
ANHA/QAMIŞLO