Li Amedê zarokbûn gelek zehmet e. Zarokên bi navê Îmad û Alî Demîrtaş ku li pazaran bi erebokên destan amûrê welatiyan dikşînin, diyar dikin ku gelek zehmetiyan dikşîn in. Zarokê bi navê Îmad, (13) ku 2 meh berê ji Serêkaniya binê xetê ji ber şerê heyî bi malbatî hatine Amedê. Îmad, diyar kir ku ew ji ber şerê heyî û êrîşên komên çeteyan neçar mene ku bi malbatî hatine Amedê cem malên xizmên xwe.
Îmad, da zanîn ku ew li Amedê ji bo debara mala xwe bike li pazara bi ereboka desta amûrê welatiyan dikşîne malên wan û li pêşberî vê yekê her carê 2-3 TL pere digre û bi vî pereyê ku digire debara mala xwe dikin. Îmad, aşkara kir ku ew li rojava diçû dibistanê û debara mala wan bavê wî di kir, lê niha ew jî ji neçarî dixebite. Lê ji be ka tune bavê wî betal e.
Gelek zehmetiyan dibîne
Li aliyêdin zarokê bi navê Alî Demîrtaş ê 16 salî jî diyar kir ku ew diçe dibîstana lîseyê pola 9'emîn. Demirtaş, da zanîn ku ew 6 xuşk û bira ne, ji ber bavê wî ji kar hatiye derxistin û kesekî di mala wan de bi xebiti tune ye ew ji bo pişgiriya aboriyê bide mala xwe li pazaran bi ereboka desta amûrê ku welatî ji pazaran dikire heta malên wan dibe. Demîrtaş, aşkara kir ew bi vê kişandina amûrên welatiyan rojê 10 TL'yî qezenc dike. Demîartaş, destnîşan kir ku ew di nava hefteyê de 2 rojan derdikevi pazaran û wiha got; "Dema ez derdikevim pazaran bi ereboka desta amûrê welatiyan dikşînim malên wan, ez gelek zehmetiyan dibînim. Ez pir diwestim. Gelek caran neçarim barê pir giran bikişînim. Lê neçar im vî karî bikim. Hem ji ber giraniya amûra, hem jî welatiyên ku amûrên xwe bi me di din kişandin wekî perekî zêde di din me, bi me ra bazariya ku 'Em çiqas pere bidin we' lê nabêjin ku em barê xwe yî nekarin bibin bi van zarokana dikşînin. Em wekî hemalan dixebitin." Demîrtaş, diyar kir ku ji derveyî amûrê pazarê ew êzing û komira welatiyan jî dikşîne. Çi kar û barê erebokan hebe em dikin."
ANF/AMED