
OSMAN OÐUZ / NAVENDA NÛÇEYAN
Di çarçoveya xebatên referandûmê de em li bajarê Elmanya Darmstadtê li Komeleya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) in. Em ji bo li ser xebatên li vî bajarî agahiyan bi dest bixin, hatin serdana Komelê. Di nav liv û tevgerê de, deriyekî girtî bala min dikişîne û ez berê xwe didimê ka ez nakevime vê odeyê. Lê xebatkarên komelê min hişyar dikin û dibêjin: “Wey gidî li wir dersên Kurdî tên dayîn, wan aciz nekin.” Ma ez disekinim? Bêguman yekser ez dikevim odê.
Surp Prgiç kirine Akbudak
Di sinifê de li gel mamosteya zarokan Guler Ateş neh deh zarok hene. Mamoste ji gundê Supurguç ê ser bi navçeya Ereban a Dîlokê ve ye ku ev gund warê Ermeniyan ê berê ye. Navê gund yê rast Surp Prgiç e ku navê wê ji dêra bermayiyên wê jî li ber weranbûnê Surp Prgiç tê. Ev yek di Ermenkî de ji bo pexember Îsa tê gotin. Lê piştî qirkirina Ermeniyan dewleta Tirk navê gund diguhere û dike Akbudak.
Têkoşîna ji bo Zimanê Dayîkê
Mamosteya zarokan Guler ji 2014´an ve li Elmanyayê penaber e. Ew wexta li zaningeha Meletî xwendekar e ji ber daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, bi 7 sal û nîv cezayê girtîgehê tê dadgehkirin, lewma neçar dimîne ku welêt biterikîne. Bêguman mamosteyê warê xwe û welatparêziya xwe jî bi xwe re anîne xerîbiyê. Mamosteya ku niha zarokan fêrî Kurdî dike, wiha behsa serboriya xwe ya di bin çavan de dike: “Sedema cezayê li min birrî, bi tenê ew e ku min pankart a li ser nivîsandî ‘Ez perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazim’ hildabû. Ev yek ji xwe re kirin mehne. Wexta ez di bin çavan de bûm, polîs hatin hemberî min û ji min pirsîn: ‘Te ew pankart ji ber çi hilda?’ Min jî wiha bersiv da: ‘Ev daxwaza min e û ez piştigirê vê yekê me ku ev mafê min ê herî rewa ye. Polîs domand: ‘Tu nizanî ev qedexe ye?’ Li ser vê yekê min jî got: ‘Ev ne asteng e ji bo ez daxwaz bikim.’ Ya rast wî çaxî pêvajo ne xerab bû, pêvajoya çareseriyê dest pê kiribû, TV yekê bi Kurdî dest bi weşanê kirbû, li zaningehan beşên Kurdolojiyê dihatin vekirin lê dîsa jî daxwaza min kirin sedema cezakirinê. Bi vê kirinê ya rastî, mirovî dikarîbû têbigihîje ku pêvajo ber bi rewşeke çawa ve diçû.”
Elaqeya zarokan gelek e
Mamoste Guler ji dayika xwe ya qet bi Tirkî nizane, fêrî Kurdî bûye lê nivîsandin û gramera Kurdî li Meletiyê bi saya mamosteyên Kurdî-Der’ê hîn bûye û bi hewldanên xwe min Kurdîya xwe bi pêş ve biriye. Niha jî li Darmstadtê li komeleya Kurdan ev çend meh in ku perwerdeyê dide zarokan û Guler diyar dike ku projeyên wê hene ku di bin sîwana komeleyê de ji bo zarokan atolyeyan çêke, parkekê ji bo zarokan ava bike û bi zarokan re lîstikên dramayê pêşkeş bike. Mamoste diyar dike ku zarok bi xwesteka xwe tên dersan û elaqeyeke mezin nîşan didin û wiha behsa vê yekê dike: “Bi giştî me bi zarokên xwende dest bi dersan kir. Di dawiya dersan de ez ji wan dipirsim ‘Gelo tiştekî hûn bipirsin heye?’. Ew jî pirsên xwe dikin û em yek bi yek li ser van pirsan hûr dibin. Di wexta belavbûnê de zarok tên cem min û dibêjin, ‘ders pirr xweş in.’ Di roja Newrozê de tev hatin û ez hembêz kirim. Ya rastî, ev, li xwevegerek e. Ji ber ku heger wan ji zimên hez nekiriba ji min jî hez nedikirin.”
Ma 10 şagirt ne hindik in?
Mamoste Guler birîna gelek komeleyên Kurd bi taybet jî birîna civaka Kurdên li Elmanyayê bi xebata xwe hinekî be jî dikewîne û bûye yek ji pêşengên ku pêwîstiya civaka Kurd a li Elmanyayê îfade dike. Herçî ev mijar e, komele jî Kurd jî dibin piştgir. Gelo ma kesekî/e bi saya van dersan bi zimanê xwe re bila bûyî di heman demê de nabe xwedî kesayeteke kokdar? Ji ber vê yekê ji bo karekî ewqas xweş tenê deh kes ne hindik in?
Ez Kurd im!
Zarokên tevlî dersan dibin, hîn di temenekî biçûk de ne, lewma mirov nikare bi hêsanî bi wan re biaxive lê dîsa jî em nêzî wan dibin û hestên wan dipirsin. Wan çi gotibe va ne, li vir min rêz kirine bêyî ku tiştekî lê zêde yan jî kêm bikim:
Sarya: Ji ber ku ez Kurd im ez dixwazim baştir û xweşiktir bi Kurdî biaxivim.
Nûpelda: Ji ber ku zimanê me Kurdî ye. Kurdî xweş e. Dayîka min jî bi Kurdî diaxive. Bi Kurdî ez xwe baştir îfade dikim.
Ardil: Kurd im. Ji dersên Kurdî hez dikim û dixwazim tevlî dersan bibim.