SEMRA TURAN / MA / DERSIM

Dayik Şerîfe Kiliç a beriya bi hefteyekê çû hevdîtina kurê xwe Bariş Kiliç ê di greva birçîbûnê de, got, “Girtî ji me bi hêztir in. Tecrîd mirin û zilm e.”

Çalakiya grevên birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan dewam dike. Yek ji van girtiyan jî Bariş Kiliç e. Dayika wî Şerîfe Kiliç a 65 salî ya li Dersimê tatêl û mitaleyan dike ji bo çalakgeran.

Bariş Kiliç ê 43 salî, sala 1994’an di şer de li Dersimê hat girtin û cezayê muebetê yê girankirî lê hat birîn. Kiliç ev 25 sal in li gelek hepsên Tirkiyeyê maye û par ew sewqî Hepsa Hejmar 1 a Tîpa F a Xarpêtê hat kirin. Kiliç ev 127 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî, Şerîfe Kiliç di 15’ê Nîsanê de kurê xwe dît. Dayik Kiliç got, ji ber rewşa zarokên xwe ew bi fikar in.

Moralê wan xurt e

Dayik Kiliç anî ziman ku gardiyan hemû muameleya xerab bi girtiyan re dikin û nahêlin girtî silavê jî bidin hev. Dayik Kiliç da zanîn ku moralê kurê wê û girtiyan gelekî baş e û wiha peyivî: “Ew bawer dikin ku ew ê bigihîjin armanca xwe. Ev bawerî wan zindî û xurttir li ser piya digire. Dibe ku Bariş gelekî zeîf bûbe, lê baweriya wî zindî ye. Min bi moralekî baş pêşwazî kir. Vîtamînan baş nadin wan.”

Dayik Kiliç destnîşan kir ku destê kurê xwe xistiye nav destên xwe û germ kiriye û wiha peyivî: “Kurê min bi şev û roj ji aqilê min naçe. Tenê ne kurê min hemû girtî ji bîra min naçin. Ez wek dayikekê bang dikim. Bila daxwaza zarokên me qebûl bikin û tecrîdê rakin. Tecrîd dikuje. Tecrîd mirin e û zilm e. Daxwaza wan daxwaza me ye.”