Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî, yekemîn dewreya perwerdeyê ya Hêzên Erka Xweparastinê li bajarê Reqayê bi merasîmekê da destpêkirin.

250 ciwanên Reqayê, bi dilsozî û bi armanca parastina Reqa û sînorên wê ji êrişên terorîst, beşdarî hêzên Erka Xweparastinê bûn.

Ev yekemîn dewreya perwerdeyê ye ku li bajarê Reqayê bi navê Şehîdên Hemleya Hecînê ku ji bo parastina xaka welatê xwe canê xwe feda kirine, dest pê dike.

Merasîmê bi rêûresmeke eskerî ya şervanan dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê, Mişlib El-Derwîş, bi navê Rêveberiya Jinên Reqayê Zelîxa Ebdî, bi navê Komîteya Erka Xweparastinê hevserokê komîteyê Mehmûd Îsmaîl axivîn.

Qisekerand ewre li hemû ciwanan û li şêniyên Bakur û Rojhlatê Sûriyê pîroz kir. Wan îşaret bi rola ciwanan di parastina şênî û sînorên welat de jî kir.

Di dawiyê de ciwanan soz da û teqez kir ku ew ê heta dawiyê parastina herêmên xwe bikin û erka xwe li hember welatê xwe pêk bînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Ehmed El-Elî, ji şêniyên bajarê Reqayê ye û di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de di şerê li dijî DAIŞ`ê de şehîd bûye.

 

ANHA / REQA