
Zarokên Şengalî jî bi navê Apo dest bi nivisandinê dikin. Xanê Haşîm a biçûk diçe dibistana Erebî lê di malê de xwe fêrî xwendin û nivisandina latînî dike. Ew zanebûna xwe dixwaze gelek hevalên xwe re parve bike. Xanê zarokên cîranê xwe kom dike û herfên latînî hînî wan dike. Yekem herfên ku fêr dibin A-P-O û Y-B-Ş ye. Zarokên şîrînok bi qasî ku ji wan tê diqîrin dema van herfan bi lêv dikin.Xanê weke mamosteyekî diltenik yek bi yek bi wan tiştên fêrbûne dide dubare kirin. Keça xalê Xanê ya biçuk nikare tîpan binivisîne ew jî navê Apo qirdike lê di deftera xwe de resmê destê xwe xêz dike.
ŞENGAL