
Li taxa Şêxmeqsûd şêniyan doh di saetên sibê bi barîna berfê re çavê xwe vekirin. Taxa ku beriya rizgarkirina texên rojhilatê Helebê ji aliyê çeteyên Koalsîyonê ve her dem bi çekên giran û sivik dihate topbarankirin, piştî rizgrkirina taxên rojhilat ji topên çeteyan xilas bû, bi rengê berfê xemiliye. Zarokên Şêxmeqsûd ku beriya niha her dem di nava tirsê de bûn, doh bi barîna berfê gelekî kêfxweş bûn. Nûçegihanên ANHA`yê di nava kolanên taxa Şêxmeqsûd de digeriyan, berfa spî û kêfxweşiya welatiyan bi kamîreya xwe kişandin. Bi vê yekê ev yekem zivistan û barîna berfê bê topbaran û guleyan di ser taxê re derbas dibe.
HELEB