Ji bo zarokên Amedê xebata atolye ya bi navê Bisiklêt ku wê 10 rojan dewam bike, li Şanoya Bajêr a Amedê doh dest pê kir. Xebatkara atolya zarokan Meltem Alîşan bang li tevahiya zarokên Amedê kir ku beşdarî atolyeya Bisiklêtê bibin.
Şanoya Bajêr a Amedê xebata atolyeyê ya ku beriya bi mehekê dabûn destpêkirin, bi atolyeyeke bi navê Bisiklêt dewam dike. Xebatkara atolyeya zarokan a Şanoya Izmîrê Meltem Alîşana ji ber bandora şer û hilweşîna li Sûrê ya li ser zarokan, meha Remezanê bi hevkariya Şanoya Bajêr a Amedê atolyeyeke 5 rojan organîze kiribû. Meltem a ku vê carê bi atolyeya Bisiklêtê ku di nav de beşên sînema, orff, çîrok, madeyên bermahî, piştgiriya derûnî hene û bi heykelan tê pêşberî zarokan, xwest ku tevahiya zarokan berê xwe bidin Şanoya Bajêr a Amedê.
Ew ê berhemên hevkar derxin
Meltemê bi bîr xist ku atolyeyên meha Remezanê, gelekî kîfa zarokan anîne û got, ew li ser vî esasî dixwazin vê carê atolyeyeke hîn berfirehtir pêk bînin. Atolyeyê doh dest pê kir û dê heta 5’ê Tebaxê dewam bike. Meltemê li ser ataolyeyê wiha peyivî: “Armanca me ji vê atolyeyê ew e ku em berhemên hevkar derxin holê. Ji ber vê jî zarokên ku dixwazin beşdarî atolyeyên me bibin divê 7-13 salî bin. Em bi hêvî ne ku zarokên Amedê beşdarî vê xebatê bibin. Armanca me ew e ku em xebata xwe dewam bikin. Ji ber vê jî hevalên me yên ku di xebatên zarokan de cih digirin, di demên wiha de pêdiviya me bi piştevaniya wan çêdibe. Eger hevalên me bi me repeywendiyê deynin, em ê gelekî kêfxweş bibin.”
‘Avakirina bi mînakên alternatîf’
Meltemê di dawiyê de anî ziman ku ew bang li tevahiya zarokên Amedê dikin ku beşdarî vê atolyeyê bibin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em ê bi zarokan re mînakên xebatê yên alternatîf ava bikin û bi hevalên xwe yên perwerdekar re parve bikin. Ev xebata me wê bi atolyeyên cur be cur dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN