
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ji destpêkê ve ragihandibû ku zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî wekî zimanên fermî yê kantonan in. Li bajarê Tirbespiyê zarokên gelê Suryanî di Dibistana Xalid Bin Welîd de bi zimanê xwe perwerde dibin. Li vir zarokên refa yekem û duyem bi zimanê Suryanî dersan dibînin.
2 mamoste hene
Mamosteyê zimanê Suryanî Rama Goriyê dersên zimanê Suryanî dide şagirtan, dibêje ku ew dersên zimanê Suryanî li ser materyalên ku Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk amade kirî, didin. Goriyê destnîşan kir ku li dibistana wan 2 mamosteyên Suryanî dersê didin hene û wiha dewam kir: ʺEm 2 mamoste ne, yek dersên şagirtên refa yekê dide û yek jî dersan dide şagiritinê refa diduyê.ʺ
Goriyê spasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Desteya Perwedeyê kir û got, hêvî dikim di salên pêş de dersên refên din jî bi zimanê Suryanî bêne dayîn.
TIRBESPIYÊ