Ziman di jiyana mirovan de roleke mezin dilîz e. Ziman, bi serê xwe cîhanek e. Gelên ku zimanê xwe ji bîr dikin û wenda dikin di jiyanê de jî têk diçin, tên jibîrkirin û pişaftin. Zanyareke Fînlandî li ser wateya zimanê dayîkê dibêje: "Zimanê Dayîka min çermê li ser bedena min e, zimanê din jî wek kincên min e. Mirov çi wextê bixwaze dikare kincên xwe biguherîne, lê ti car nikare çermê xwe biguherîne.” Weke ku zanyar jî îşaret pêkirî ziman ji bo mirovan gelek girîng e. Bi gotineke din ziman hebûn û nasnameya civaka ne. Dema em bixwazin civakekê binasin divê em rasterast bala xwe bidin zimanê wê û binêrin gelo çandeke çawa ava kiriye û di çi astê de ye. Jixwe ji lewma dîktator û desthilatdar hemû destpêkê ji bo tinekirina civakan bi rêya qirkirina çandî û asîmlekirina ziman êrişî wan dikin. Ew baş dizanin ku dema ew zimanê civakê tine bikin jixwe wê paşê ew civak li pey hev bixisire. Dema em li dîroka civakên bindest dinêrin em dibînin desthilatdaran hemûyan ev rêbaz ji bo xwe esas girtine. Bi hezarên salane li dijî civaka Kurd polîtikayên dagirkerî, qirkirin û asîmlasyonê hatine meşandin. Lê tevî van hewildanan hemûyan jî Kurdan bi ziman û çanda xwe hebûna xwe parastine. Elbet ev parastin herî zêde ji aliyê dayikan ve hatiye kirin. Ji ber ku ziman ji dayikê derbasî zarokan dibe, bi gotineke din dayîk zimanê netewa xwe zindî dike. Ji lewma peyva "zimanê dayîkê" tê bikaranîn. Dema ku ziman tune be, mirov ker û lal e. Devera Jin-dayik lê tinebe jiyan dojeh û jar e. Girêdana ziman û jinê weke goşt û neynûkê bi hev girêdayî ye. Ger em li dîrokê binêrin, em ê bibînin ku bi ketina jinê re ziman jî serberjêr biçe. Lê tevî êrişan hemûyan jî yên di nava pencê qirkirinê de tawîza tunekirina ziman û çandê nadane jin in. Yên ku jiyana civakî ya kevnare bi vegotinê heya niha anîne dîsa jin in. Herî zêde jî em dikarin jinên Kurd mînak bidin. Li gel hemû cureyên êrişên qirkirina çandê jî heya dawiyê di ziman û çanda xwe de israr kirine.

Gotineke Feylezofê navdar ê Elman Heidegger heye dibêje; “Ziman wekî mala mirov a ku mirov xwe tê de disitirîne.”Ji vê gotinê jî diyar dibe ku ger civak zimanê xwe neparêze nikare weke netewe habûna xwe jî bi domîne. Lê cihê mixabiniyê ye ku me di nava şert û mercên herî zehmet de zimanê xwe aniye heta îro. Lê dema em niha li rewşa ziman dinêrin em dibînin ku zimanê me hêdî hêdî dihele. Tevî hewçend berdêl û têkoşîna salan hîn jî li gorî tê xwestin zimanê Kurdî nebûye zimanê jiyanê. Li malan, kolanan, dibistan û qadên cemawerî zimanê Kurdî weke tê xwestin nayê bi karanîn. Li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava bandora polîtîkayên hezarên salan di tevahî hucreyên jinan de bi bandor e. Zarokên me bi peyva dayê bavo dest bi axaftinê nakin. Zarok bi mûzîk û melodiyên Kurdî nayên mezinkirin. Bi taybetî li Ewrûpayê beyî ku em di ferqa wê de bin zimanê me dihele. Wisa dewam bike piştî çend salên din êdî Kurdî wê nemîne. Piştî têkoşîna salan di tevahî daxuyaniyên der barê roja zimanê dayikê de gotinên bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî biaxivîn û binivîsinîn min gelek xemgîn kir. Gelo piştî hewçend berdêl çima em hîn pêwist dibînin ku em wan gotinan bînin bîra hev. Gelo ev ji bo me ne cihê şermê ye. Bi wesîleya roja zimanê dayikê hêvî û daxweza min ji dayik û bavan hemûyan ew e ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivîn ku nasnama xwe ji bîrnekin. Zarokên xwe bi çîrokên Kurdî razînin da ku xewnên xwe bi Kurdî bibînin. Stranên Kurdî bi wan bidin guhdarîkirin ku çand û zimanê me winda nebe û neyê jibîrkirin. Ziman hebûn e, em habûna xwe bi destê xwe winda nekin.