Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê û TZP- Kurdî, li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî vekirina dibistana Kurdî û boykota dibistanan de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta li ser "Ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê, gelê Kurd hefteyekê dibistanan boykot dike" hate vekirin de endam û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên weki KURDÎ-DER, KESK, MAPER, DTK, DBP, HDP'ê amade bûn. Di daxuyaniyê de her tim dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" hate berzkirin. Li ser navê saziyan daxuyanî ji alîyê Serokê Giştî ya TZP-Kurdî Sebahattîn Gultekîn ve hat xwendin. Gultekîn, diyar kir ku hemû danehevên madî û manewî yên gelan, ji alîyê ziman vê tê afirandin û ger ziman were windakirin hemû çand û dîrok jî tên windakirin.
Gultekîn, got ku qedexekirina ziman qedexekirina hebûna gelan e û wiha axivî: "Ji bo vê ye ku di cîhana hemdem de wekî sûcê mirovahiyê tê qebûlkirin û ev sûcê mirovahiyê nêzî sed sal in li hemberî gelê Kurd tê bikaranîn." Gultekîn, da zanîn ku ev 40 sal in gelê Kurd aniye astea ku nikare were windakirin û anî ziman ku gelek ji aliyên dewletê ve di mijara dibistanên Kurdî de gav werin avêtin. Gultekîn, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka zimanê dayîkê û perwerdehiya bi zimanê dayîkê ye. Gultekin, ji bo vê yekê bang li malbatên Kurd kir û daxuyand ku divê di 15'ê ilonê de hefteyekê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî dibistanên dewletê werin boykotkirin û zarokên xwe neşînin dibistanan.
Gultekin, bilêv kir ku ji bo alternatîfa dibistanên dewletê wekî li Cizîr, Amed û Geverê dibistanên Kurdî hatine vekirin û wiha axivî: "Em bang li gel, rêveber û pêşengên civakê dikin ku zarokên xwe bişînin van dibistanên xwe yên ku dibin dibistanên perwerdehiya zimanê dayîkê yên yekemîn e. Her wiha di hefteya yekemîn a vekirina dibistanan de zarokên xwe neşînin dibistanên fermî yên tirk."
Daxuyanî piştî axaftina Gultekin bi çepik û dirûşmeyan dawî bû.
DÎHA/AMED