
Dewleta Tirk sûcekî giran dike
KCK’ê, di daxuyaniya xwe de li ser pergala pişaftinê ya ku salaye li ser Kurdan tê meşan din rawestiya û wiha got: “Dibistan di 16’ê îlonê de vedibin. Li Kurdistanê dê zarokên me her sibê bi ‘Ez tirk, rastim... hebûna min ji hebûna tirk re bibe diyarî’ dest bi rojê dikin. Ev rastî derdixe holê ku zilmek çawa rojane li ser Kurdan pêk tê. Ji qirkirina fîzîkî wêdetir, qirqirineke girane ku li ser Kurdan tê meşandin. Dewleta tirk bi van pêkanînên li ser Kurdan sûcekî ku mijara darazeke giranek dike. Dewleta tirk bi sedsalane bi zanebûn û plankirî hewl dide Kurdan tune bike û hêzên navnetewî jî piştgiriyê dide. Bi avabûna komara tirk re , bi taybet di salên 1924’an de bi awayekî pergalî li ser kudan polîtîkayata tunekirinê hatiye meşandin. Raporên Dêrsîmê û Plana Şark Islahatê belgeyên fermî yên dewletê ne. Kurdistan bi vî awayî aniye rewşa netewbûna Kurd. Ji ber gelek rê hatine ceribandin û îro jî tê domandin. Qedexkeirina ziman, perwerde, zextên li ser çanda Kurd, Kurdistan di alî aborî û civakî de aniye asta ku mirov nekarin bijîn, Kurd koçî Ewropayê kirin. Bi bendavan xweza û çanda Kurd tune kirin. Ji nêvî zêdetir Kurd çanda xwe ji bîrkirine û derxistiye holê ku çiqas pêkanînên hovane dimeşîne.”
AKP di qirkirinê de israr dike
KCK’ê di daxuyaniya xwe de li ser polîtîqayên AKP’ê ji rawestiya û ev tişt anî ziman: “Tê zanîn ku ev polîtîka Kurdan berbi tunebûnê dibe. Di salên derketina PKK’ê de dewleta tirk bawer bû ku dê Kurdan tune bike. bi têkoşîna ku PKK’ê da destpêkirin armanc kirin ku mêtîngeriya li Kurdistanê rabikin. Ev 40 sale ev têkoşîn didome û hemû rastiya mêtîngeriya qirkirinê derxistiye holê. Gelê Kurd jî ev mêtîngerî qebûl nekiriye û li dijî vê têkoşîn derxistiye asta herî jor. Ligel ku mêtîngeriya qirkirina çandî hatiye teşîrkirin û ji aliyê gelê Kurd ve nehatiye qebûlkirin jî dewleta tirk di polîtîkayên qirkirinê de israr kiriye. Di qada ziman û çandî de polîtîkaya qirkirinê hedef girtiye. Carna hinek tişt nerm kiriye, lê polîtîkayên xwe yên tunekirinê domandiye. Hinek tiştên ku kiriye jî ne ji bo rakirina qirkirina çandî, berovajî vê ji bo serê hinek tiştan bigire hatiye pêkanîn. AKP li aliyekê dibêje perwerdeya zimanê dayikê teqez nabe, zimanê dayikê dê netewê parçe bike û li aliyê din jî dibêje me li dibistanan dersên hilbijarte qebûl kiriye.”
Divê meş bên lidarxistin
KCK’ê di dawiya peyama xwe de diyar kir ku ji bo ziman divê têkoşîn bê zêdekirin û ji bo bilinkirina têkaşînê banga boykot kirinê li malbata kir wiha hat gotin: “Di van rojên ku dibistan tên vekirin de divê li dijî polîtîkayên pişaftinên û qirkirina çandî ya li ser zimanê Kurdî têkoşîn bê bilindkirin. Bi vî awayî divê nîşan bidin ku ev qirkirin nayê qebûlkirin. Ji bo vê boykota hefteyekê ya dibistanan divê hemû gelê me tevli bibe û malbat hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanan. Divê hemû malbat û zarok li ber Midûriyeta Perwerdehiyê tevli meşên‘Em perwerdehiya ziman dixwazin!’ bibin.”
ANF/BEHDÎNAN
Ji bo boykota dibistanan piştgirî
Komîteya Perwerdehî û ziman ya KCK’ê (KZP) der barê sala perwerdehiya tirk ya sala 2013-2014’an de daxuyaniyek da. KZP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kri ku hikûmeta AKP’ê careke din bi awayekî aşkera nîşan daye ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê ya gelê Kurd qebûl nake û da zanîn ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê mafekê gerdunî û mafekî ku divê teqez neyê xespkirine. KZP’ê got ku ew piştgiriyê didin boykota bi pêşengiya TZP-Kurdî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û got ku divê gel bi hêzeke mezin tevli vê boykotê bibe.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku mafên perwerdehiya ziman mafekî gerdunî û nekare bê xespkirinê û got ku ew piştgiriyê didin boykota ku bi pêşengiya TZP-Kurdî li bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin.KZP’ê da zanîn ku daxwazên gelê Kurd aşkera ne, ev jî mafê wan yên herî rewa pewerdehiya bi zimanê zikmankî ye.
Banga tevlîbûnê
KZP’ê, Di dawiya daxuyaniyê de balkişand ser sala perwerdehiya nû ya tirk û got ku ew wek komîteya Ziman a KCK’ê piştgiriyê didin boykota dibistanan ya ji aliyê TZP-Kurdî hatiye destpêkirin û got: “Em piştgiriyê didin boykota dibistanan ya hefteyekê ya bi pêşeniya TZP-Kurdî hatiye destpêkirin. Em bangli hemû gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin vê çalakiyê û li nirxên xwe xwedî derkevin.”