Zagros li dijî vê rewşê bang li hemû Kurdan kir ku xwedî li rûmeta neteweyî, xwedî li Rojava derkevin.Zagros helwesta PDK ya li hember Rojava ji dema destpêkirina şoreşê û heta niha wiha şîrove kir: “Piştî ku navçeyên Kurd ketin bin kontrola YPG’ê û heta niha, bi rêbazên cur be cur PDK dijbertiyê dike û ji bo ku di çavê raya giştî de van desketiyan teşhîr bike û têk bibe serî li gelek rêyan dide. Dema ku dît hewldanên ambergoya siyasî, aborî û polîtîkaya wan di çapemeniyê de bê encam ma, vê carê jî dixwaze bi kolandina xendekan li ser sînorên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, tevli plana fetisandina şoreşa Rojava bibe. Bi taybet îlankirina her sê Kantonan ev plan bileztir kir.”


Çar sedem

Zagros sedemên bingehîn ê vê helwestê jî wiha rêz kir: “Mirov dikare bêje Sedemên sereke yê vê rewşa dawî ev in:  Yek; Ji ber PDK’ê nikarîbû hegemontiya xwe li Rojavayê Kurdistanê pêş bixe;  Du; Ji ber partiyên bi PDK’ê ve girêdayî nikarin di Rojava de bibine xwedî bandor; Sisê; Ji ber êdî PDK di qada navneteweyî de yekdestariya xwe li ser dîplomasiya Kurdan wenda dike; Çar; Pêşketina pergala neteweya demokratîk weke  binketina xeta xwe ya siyasî dibîne û şîrove dike.”

'Li gor dewleta Tirk tevdigere’

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Zaxo Zagros behsa têkiliyên PDK û dewleta Tirk û planên wan ên qirêj kir û got: “Wer diyare ku PDK bi perspektîfên Tirkan tevdigere û bi hev re paralel dixebitin. Tifaqeke bi vî rengî bi ti awayî xizmeta Kurdan nake. Bi demdirêjî xizmeta PDK’ê jî nake. Ji ber ku eger îro hikûmeta Tirk PDK’ê muxatep digire, ev bi saya tekoşîna li Bakur û rewşa Rojava ye. Eger tevgera Kurd li hersê perçan lawaz bibe wê di navbera 24 saetan de Başûr jî bifetisînin.”

Kolandina xendekan…

Zagros ev siyaset weke xwe kuştina PDK binav kir û wiha pêde çû: “PDK bi destê xwe Kurdistanê perçe dike. Ew nikare li dijî peymana Lozanê derkeve, ji ber ew jî sînorê Lozanê kûr dike û bi pêşmergeyan diparêze. Nikare behsa yekîtiya neteweyî bike, ji ber ku ew prensîba sereke ya yekîtiya neteweya Kurd bin pê dike. Yanî bi vê siyasetê PDK xwe ji civaka Kurd qut dike û careke din dikeve nava eniya dijber. Gelek agahî û senaryo hene ku dibêjin; hin civînên veşartî bi serkêşiya Tirkiyê çêbûne ji bo têkbirina şoreşa Rojava û PDK jî tê de cih girtiye.”

Rewşa penaberên li Başûr

Zagros di berdewama axaftina xwe de behsa rewşa penaberên li Başûrê Kurdistanê kir ku rastî helwestên ne Kurdistanî û dûr ji prensîbên neteweyî û mirovatî tên û diyar kir: “Rojavayê Kurdistanê herdem bûye cihê parastin û xwedîkirina şoreşên perçeyên din, bi zarokên xwe, bi mal û hebûna xwe tevlî tevgerên Kurdisatnî bûne.  
Di demên herî zor de malovanî ji bo pêşmergeyên PDK’ê jî kirine û di ber Başûr de şer kirine. Li Başûrê Kurdistanê cih ji bo hemû biyaniyan heye, her kes têre lê Kurdên Rojava birçîne, bi buhayeke herî erzan kar dikin. Jin rastî destdirêjiyê tên, di konan de ne, di girtîgehên ser vekerî de ne." Zagros her wiha bang li penaberên li Başûr jî kir ku vegerên welatê xwe û tevlî şoreşa li wir bibin.

Rê nedin Enfal û Helepçeyê nû

Zaxo Zagros di dawî de bang li hemû Kurdan kir ku li hember sûcên ku di derbarê Rojava de tê kirin, bêdeng nemînin, bi yek deng û yek helwestî tevbigerin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Gelê me heta niha gelek planên xayin û bêbext vala derxist. Û vîna gelê Kurd herdem biserket .  Di serî de ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistan û hemû  Kurdisatinyên li welat û derveyî welat pêwîste bi yek deng û bi yek helwestî li hember vê sûcê ku di derbarê şoreşa Rojava de tê kirin, bisekinin. Di bin Durûşma “ Êrîşên li ser Rojava êrîş li ser rûmeta netewiye” divê em bibin yek û em rê nedin Enfal û Helepçeyên nû."

ANF/BEHDÎNAN