‘Atolyeya Wêne û Zayenda Civakî’ di 18’ê Cotmehê de li Wênexaneya Galatayê dest pê dike û wê pirsgirêkên zayenda civakî ji alî hunerê ve binirxîne. Atolye wê 5 hefteyan berdewam bike. Şehlem Kaçar Sebik ku di beşa Zanistên Ragîhandin a Zanîngeha Bîlgî de doktorayê dike, atolyeyê bi rêve dibe. Şehlemê diyar kir ku ew li ser mijarên wekê rolên zayenda civakî, nasname û bedenên wan derketiye rê û got: “Atolye ji mêran re jî vekiriye. Em bi giştî giringiyê didin tecrubeya jinan. Em ji tevlibûna jinan re vedikin. Lê ez difikirim ku divê ev zêdetir bê vekirin. Ji ber divê mêr mêrantiya xwe lêpirsin bikin.”

‘Em ê zayenda civakî bidin nasîn’

Şehlemê diyar kir ku di hefteya yekemîn ya atolyeyê de wê pirsên wekê ‘ Zayenda civakê çye?’ vebêjin û got: “Em ê zayenda civakî bidin nasîn. Piştre em ê têgehên wekê nasnameya zayendê û êrîşa zayendî bisekinin. Em ê lêpirsîn bikin ku çi mêran hildiberîne. Bêguman em ê di vir de behsa dîroka femînîstbûnê jî bikin.”


NALÎN OZTEKÎN
JINHA/STENBOL