ROZANA DADO / ANHA / HELEB

Ji ber rola pêşeng a ku jin di Berxwedana Serdemê de pê rabûn, rewşenbîr û derhênerên Efrînî, kurtefilmek bi navê “Zayîn” ê 40 deqîqeyî, çêkir. Kurtefilm behsa berxwedana jinên Efrînê li hember dagirkeriya Tirk dike.

Di berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya 58 rojan de, şênî û şervanan fena di destanên lehengiyê de li ber xwe da. Jinên kantonê, bi roleke pêşeng di berxwedanê de rabû. Ji ber wê, rewşenbîr û derhênerên Efrînî filmên li ser berxwedanê, çêdikin.

Dayikeke 4 şehîdan

Ji bo teqezkirina rola jinan di Berxwedana Serdemê de komek rewşenbîrî, kurtefilmek bi navê “Zayîn” ê 40 deqîqeyî çêkir. Lîstikvanên kurtefilmê jî jinên Efrînê ne.

Bûyerên filmê li ser jinekê ne ku tevahiya zarokên wê şehîd bûne û dema serdana gorên wan dike, çîroka şehadeta her çar zarokên xwe vedibêje. Kurekî wê ji ber ku çalakvanê siyasî bû, şehîd dibe, zarokeke wê ku dixwaze bi nasnameya xwe ya Kurdî bijî, di bin kavilan de dimîne, û şehîd dibe, jineke ciwan ku koletiyê red dike û banga azadiyê dike, şehîd dibe û kurekî wê yê din ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeriyê, şehîd dibe.

Gelek proje hene

Rewşenbîrên Efrînî amadekariyên gelek xebatên sînemayê dikin. Navên hindek ji wan wiha ne: “Banên di xewê de (Banên xewkirî)”, “Dibistana min”, “Nameyek ji kurê min re”, “Goristan”, “Dergeh”, “Kamp”, “Dara Zeytûnê”, “Welatê min” û “Efrîna min”.

Derhênerê belgefilmê Heysem Mistefa ye û li ser bandora filma xwe, ew dibêje, "Belgefilmên li se Efrînê, bandoreke mezin li şêniyan bikin."

Mistefa destnîşan kir ku Berxwedana Serdemê mirov nikare kurt bike, bi taybetî rola jinan, ji lew re gelek film li ser berxwedana jinan û rola wan a pêşeng wek filma `Zayînê` têne amadekirin.

Heysem Mistefa got, li ser dengê jinên berxwedêr ê şehîdbûyî, têne çêkirin. Her wiha filmên li ser jinên li kampan jî têne amadekirin.

Rewşenbîrên Efrînî wê gelek belgefilmên Berxwedana Serdemê li paytextên Ewrûpayê wek nameyekê ji civaka navdewletî re pêşkêş bikin.