Bi merasîmeke bi heybet cenazeyê Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî û yê birayê wî Keywan Zebîhî yên ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dayîn, hatin veşartin. Gelek hunermend, rewşenbîr û xelkê Baneyê beşdarî merasîmê bûn. Zebîhî li Silêmaniyê jî hat bibîranîn.

Di 7’ê Kanûnê de li herêma Nêzero ya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, wesayîta derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî û birayê wî Keywan Zebîhî qelibî û herduyan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Baneyê doh bi merasîmekî bi heybet cenazayên herduiyan hatin veşatin. Hunermend û rewşenbîrên Baneyê jî di nav de gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Dema veşartina cezeyan de gelek hêzên Îranê li kolanan û derdora goristanê hatibûn bicihkirin.

Li Silêmanî hatin bibîranîn

Derhênerê Kurd Zebîhî û birayê wî li Silêmaniyê hatin bibîranîn. Li hola rewşenbîrî ya Silêmaniyê, rêveberiya huner û rewşenbiriyê merasîmek ji bo Rehîm Zebîhî û birayê wî Keywan Zebîhî li dar xist. Di merasîmê de gelek welatî û hunermend amade bûn. Di merasîmê de sînevîzyonek li ser Zebîhî hat nîşandan. Zebîhî li Helebce jî bi merasîmekê hat bibîranîn. Di merasîmê de gelek malbatên şehîdan, hunermend û pêkhateyên cûda yên bajarê Helebce amade bûn.

Bi kurtefilmên xwe naskirî bû

Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî sala 1971’ê li Baneyê ji dayik bûbû. Yek ji sînemakarên bi hêz ê Kurd e. Nêzî 20 film û kurtefilm çêkirine.

Rehîm Zebîhî diyar kiribû ku xemên mirovan ew kiriye sînemakar. Rehîm di pirraniya filmên xwe de îşaret bi jiyana Kurdan û cudakeriya li dijî wan kiriye.

Kurtefilmên weke Hawar, Satalayt, Bidawîbûna Şer, Ew Zilamê çûbû Seyranê, Terorîstek Dadikeve, Roja Dawî, Stres, Semaya Rengan, Welatê Efsanê ji berhemên wî ne. n BANE

Mirina Zebîhiyan bi guman e

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) têkildarî mirina derhêner Rehîm Zebîhî û birayê wî Keywan Zebîhî peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de KODAR´ê sersaxî ji malbata Zebîhiyan, dost û hevalên wî û hunerhezan re xwest.

KODAR’ê bûyera mirina derhênerê Kurd bi guman nirxand û bal kişand ser wê yekê ku dema hewl dida êş û janên kolberan di meydana hûnerî de vebêje, Rehîm Zebîhî jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniya KODAR’ê de daxwaz ji xelkê Baneyê tê kirin ku vê bûyerê lêkolîn bike û li hemberî wê bêdeng nemîne.