Jin bi rengê spî diçin mala mêran û bi heman rengê jî jê derdikevin. Bi kurtasî her civakek yan jî ramanek dixwaze rengek li gor xwe bide civakê û bi taybet bide jinan. Jina ku salan bi çarşeva reş jiyan dike, gelo zêdetir ji wê dikare li ser kîjan rengê bifikire. Her rengek cihaneke. Wê demê yek rengî jî yek cihaniye. Divê em bipirsin, ger ku em xwedî cihaneke ewçend pirrengî ne, çima her em li peyê wê ne ku rengekî ji bo xwe hilbijêrin? Lêkolînên zanistî û saykolojîk jî nîşan didin ku reng çiqasî li ser ruh û saykolojiya mirovan bi bandore. Divê bandora erênî û neyênî a rengan di şekilgirtina kesayeta mirovan û şêwazê nêrîna wan a ji jiyanê re ji nedîtî ve neyê.

Çima em her tim li peyê wê ne ku kesayeta me bi rengekî were pênase kirin. Çima nasname di qalibên hişk û zuha de têne binav kiririn?  Armanca min ji vegotina girîngiya rengan ewe ku demek beriya niha dema ku min hinek rojname û kovarên ku li Îranê weşanê dikin, mêze dikir, mixabin ti wêneyek jinan di wan de xûya nedikir. Ger heba jî gelekî kêm reng û di tarîtiyê de fetisî bû. Bi darê zorê rengê reş û rengên bê dilê jinan li wan dikin. Vê yekê jî ne tenê li Îranê li gelek welatan di bin navê dîsîplînê de dikin. Lê belê ev yek tê wateya yek tîp kirina mirovan. Yek tîpkirin ji zihniyeta cinsiyetparêz çavkaniya xwe digire. Pergala mêrsalar xwedî hinek sembolanin ku bi gotina wan bêhurmetî û derketina ji van tapûyan sûce. Gelan hertim bawerî bi çend rengî anîne. Hêjî cejna rengan di gelek qebîlan de bi coş têne pîroz kirin. Ti qebîleyek rengê xwe li ser qebîleya din ferz nekiriye. Ev dide nîşandan ku gelan ji hemû reng û ramanan re hurmet danîne.
Lê belê pergalên dewletî bi xêzkirina sînorên di navbera grûpên etnîsîte de hewil dane ku çendrengî û cudahiyên heyî ji holê rabikin. Zihniyeta yek dewlet, yek netew, yek al û yek ziman nîşaneya bê hurmetî û nedîtina çendrengiyan e. Îran di xeyalên xwe de bi rojava re şer dike lê siyaseta dij jin ya Îranê heman siyaset û zihniyete ku rojava dişopînin. Di armanca herdûyan de jî tinekirin û bêreng kirina jinan heye. Heta astekî ku cilxwekirina jinan dibe nasnameya wan. Pirsgirêka bingehîn a bênasnametiya jinan ewe ku herkes dixwaze li gor dilê xwe rengekî bide jinan. Ji ber ku jiyana jinan herdem li gorî xwestek û hilbijartina pergala desthilatdar bûye. Heta dixwaze şêwazê cilxwekirina jinan jî diyar bikin. Ev zêdegaviyeke pêkenokî ye ku divê jinên Îranê bi ti awayî vê rewşê nepejirînin. Ma ji we re çi ez çi li xwe dikim?! Van hemû tiştan jî bêşermane li ser navê ol û şerîetê dikin. Ma hûn nizanin zêdegavî û ketina sînorên şexsî di dîn de guneheke mezine, wê demê çima hûn ewqasî û zêdetir dikevin sînorên şêxsî ê gel?
Çawa makyaj bike, çawa porên xwe girê bide û di bin çarşevê de veşêre û kîjan cilê û bi çi rengî li xwe bikin, ev ne zêdegaviye çiye birêzan? Bi rastî jî rejîma Îranê çima ewçend ji hebûna jinê tirs di dilan de heye û dixwaze di hemû qadan de wan bêdeng bike? çima hewil dide dîmenek, wêneyek ji jinan nebe? Bifikirin di rojnameyekî de wêneyek û navek ji jinê nayê dîtin. Kes tine bipirse ka ev jinên vî welatî bi kuve çûne û xûya nakin, misoger li pişt wan wêneyên mêran veşartîne. Ku çi bibe? Ku paşê jî bi teoriyên derewîn bibêjin ku pişt her mêrek serkeftî, destê jinekî heye. Ez bawerim di vê mijarê de dibêjin; li pişt her wêneyên mêrekî, wêneyek nediyar a jinekî veşartiye! Ya yekê çima mêr nediyar nabe qet rojekî û jin hertim dibe siyek ji wêneyê mêran. Ya din jî ew destê jina ku mêr ewqas bihêz û serkeftî dike, çima bi xwe tineye û li pişt hezar wêneyên mêr wenda dibe. Dibe ku qet li pişt van mêrên fêlbaz jinek tinebe. Mêr siyasetê dike û jin jî li pişta wê. Di zankoyan de mafê hilbijartina gelek meslekan ji bo jinan hatiye qedexe kirin. Rejîm bi vî awayî dixwaze rêya çûyîna jinan a zankoyan bigire. Ya rastîn bi van astengiyan hewil dide jin êdî ji ders xwendin û xwendevantiyê dilsar bibin. Jina ku bi gelek kiryarên kirêt û derveyî exlaqên civakî re rû bi rû dimîne û li gel civaka xwe ewqas rastî bêhurmetiyan tê, yan li beranber wan bêdeng dimîne yan jî dest ji ders xwendinê berdide. Ji bo wê jî li peyê mesleka ku li benda wê ye, ango kebanîtiyê diçe. Tiştên ku dewlet jî li peyê ye, ji xwe ev rêya dûyemîne ku bi vî awayî jinan di malê de êsîr digirin da ku bikaribin baştir li ser wan hukmê xwe bidin meşandin. Tevlîbûna jinan di qadên siyasî de berjewendiyên wan dixe tehlûke yê. Herdem siyasetê karê mêran dibînin. Ber biçave ku jin herçiqas ji qadên civakî û siyasî dûr bikevin, mêrên siyasî jî zêdetir rewşa welat ber bi kendalan ve dibin. Hunera wan a siyasetê ji xwe li ber çavane. Jinav birina jinan ji civakê, wê darbeyên mezin li bedena civakê bixîne. Wer ku civakê bitevize û felc bibe.  
Dîsa dewletê mijareke din di parlemenê de kire qanûn. Beriya niha ji sedî yekê butceyê ji bo karê jinan hatibû veqetandin lê di parlemenê de bi zêdetirî dengan hate rakirin. Di xeyalên wan de ji sedî yekê wê butcê jî heqeke mezin ku ji jinan re dikirin û niha jî dixwazin rabikin. Em dipirsin ev hemû butceya dewletê, ger nakeve xizmeta karên herî girîn ango jinan, bi kuve diçe? Misoger birêzan dîsa berîka xwe tije kirine da ku bi wan pereyên heram hîn zêdetir jinan tepeser bikin. Ewqas pere di berîka dewletê de û civak jî ji derdê bêkarî û hejartiyê fîxanê dike.  Yek ji siyasetên dewleta Îranê ewe ku jinan ji bo kar û di postên cuda de bikar tîne. Şert û mercên karkirina jinan weke derbasbûna li ser pira siratê bûye. Bêguman ev mijar ji bo mêran jî heta astekî wusane lê dîsa jî şertên karkirina mêran li gor jinan zêdetir, baştir û heta rihetire. Mijara sosret ewe ku kesên ku li peyê kar digerin, yek ji şertên wan ewe ku divê zewicî bin. Weke tê zanîn îro li Îranê ji ber bilindbûna asta civakî û zehmetbûna şertên jiyanê, emrê zewacê li jore. Lê dewleta zayendparêz ku jinan tenê û tenê weke amûrê zêdekirina şêniyan dibîne, derdê wan ewe ku şêniyên ciwan teşvîqî zewicandinê bikin.



GELAWÊJ EWRÎN