Endamên Kevana Zêrîn li ser rola komên xwe ya di nava şoreşa Rojava yê Kurdistanê de û xebatên xwe yên didomin axivîn. Ew bi israr dibêjin ku ewê xebatên xwe bidomînin û bibin bersiv ji bo pêwistiyên şoreşê.
Kevana Zêrîn komeke hunerî ye ku parastina çanda bajarên Rojavayê Kurdistanê ji xwe re weke erk dibîne. Endamên jin ên komê ku gelek cureyên hunerê re mujûl in, dibêjin, Kevana Zêrîn yek ji wan koman e ku bi parastina çand û hunerê re radibe.
Kevana Zêrîn di 5’ê Çileya 2017’an de li Navenda Kantona Efrînê hatibû avakirin. Di demeke kurt de jî bi gelek proje û xebatan navê xwe bilind kiribû. Û piştî demekê li bajarê Kobanê navendeke çand û hunerê ya ji jinan re xas di bin navê Kevana Zêrîn de hatibû vekirin.
Beriya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê bi armanca vejandina çanda Efrînê û li dijî têkbirina planên dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiyên hefteyî li dar xistibûn.
Piştî êrîşan ji nû ve hate avakirin
Piştî êrîşên li ser Efrînê yên ji aliyê dewleta Tirk ve gel bi neçarî koçber bûbû. Pirraniya şêniyan xwe li Şehbayê girtibû. Ji bo berdewamiya xebatên çand û hunerê Kevana Zêrîn xwe ji nû ve li Şehbayê bi gewde kir û zend û bend ji bo xebatên nû vemalî. Li ser girîngî ya xebat û çalakiyên hunerî û rola Kevana Zêrîn di nava civakê de endamên komê axivin.
‘Çand bi dayikê tê naskirin’
Ji Rêveberiya Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê Mîzgîn Çolaq bal kişand ser tradîsyona çanda dayikan û got: “Piştî Şoreşa Rojava weke jin me navenda Kevana Zêrîn ava kir. Yên ku çanda parastina gelan diparêze dayik in. Ji ber ku dayik her dem xwedî li exlaq û tradîsyona xwe derdikeve. Me li Efrînê di her navçeyêkê de saziyên Kevana Zêrîn vekirin, ji bo berdewamiya parastina çanda dayikê.”
‘Tevgera Kevena Zêrîn tevgereke xweser e’
Mizgîn li ser beşên hunerî jî axivî û got: “Tevgera Kevana Zêrîn tevgereke xweser e, ji ber ku di bin vî banî de hemû cureyên hunerê hene. Weke mînak ez dikarim bêjim; şano, komên govendê, grupên stanbêjiyê û hwd. Ji bo her beşê kesên ehlê karê xwe dersan didin, ew mamosteyên pispor in. Niha jî em xebatên xwe li Şehbayê didomînin û çanda resen a gelê xwe didin nasîn.”
Bo xizmeta Berxwedana Serdemê
Endama komîteya nirxandina perwerdeyan Bêrîvan Dodax rola Kevana Zêrîn a di nav şoreşê de nirxand û got: “Em wek Kevana Zêrîn rola xwe di berxwedana Şehbayê de dileyizin. Çalakiyên me her dem berdewam in. Ji bo erkên ku dikevin ser milê me, em her dem amade ne. Hemû jin û zarok me li derdora çanda kom kirin û pê re jî vîna wan geş dibe. Bûyerên ku li Efrînê qewimin bi rêka hunerê em pêşkêşî gel dikin. Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin divê xwedî li çanda Efrînê derkevin û tu carî çanda xwe ji bîr nekin û parastina wê bikin.”
Perwerdeya govendê didome
Ji Rêveberiya koma govendê Zîlan Ebdo jî wiha got: “Piştî koçberiyê me jî gelek zehmetî kişandin, lê belê zehmetî li berxwedana me nebûn asteng. Em perwerdeya govendê ji hefteyê du caran dibînin, beriya em dest bi perwerdeyê xwe bikin em werzîşê dikin. Em weke jinên ciwan her em ê çanda xwe biparêzin û xwediyê çanda xwe derkevin. Çanda me hebûna me ye.”
HESNA MUHEMED / JINNEWS/ŞEHBA