Çalakiyên li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li Rojavaya Kurdistanê li Elmanyayê bê navber dewam dikin. Li bajarên weke Bremen, Giessen û Munchenê çalakiyên girseyî dewam kirin. Li paytexta Ingilîstanê Londonê jî panelek li ser Şoreşa Rojava û parastina wê bi rê ve çû.

Li bajarê Elmanyayê Bremenê, Kurdistanî û dostên wan li meydana Domhof Platzê civiyan û bi mîtîngekê dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û çeteyên wê rûreş kir. Qisekeran îşaret bi sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk jî kir û got, ew ê heta astengkirina dagirkeriyê her li meydanan bin. Li Bremenê îro saet 14.00´an jî çalakiyek li Teater Am Goetherplazt heye.

Li bajarê Elmanyayê Giessenê bi xwe, Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya NCDK´ê  li meydana Berliner Platzê bûn. Li meydanê axaftina li ser navê KON-MED´ê hat kirin, û doza vekişîna hêzên Tirk ên dagirker ji Bakur û Rojhilata Sûrî hat kirin. Li Giessenê îro jî saet 16´an li heman cihî çalakî wê hebe.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê SARA li Munchenê jî çalakiya rûreşkirina qirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê hebû. Çalakî li meydana Stachus çêbû. Li ser navê NCDK´ê hat xwestin ku dewleta Tirk ji erdên dagirkirî tavilê derkeve.

Bi qasî li Kobanê em biryardar in

Li paytexta Ingilîstanê Londonê, li zanîngeha zimanên rojhilatî û Efrîkayê SOAS´ê li ser Rojava panelek hat lidarxistin. Ji Rojava jî bi rêya Skypeê rayedarê QSD´ê Zinarin Qamişlo beşdarî panelê bû. Wê ji bo êrişkaran got, “Navên wan guhertî be jî, zêhniyet û pratîka wan a DAIŞ´ê ye.” Wê wekî din got, weke li Kobanê, ew ê berxwedana xwe bi biryardarî dewam bikin.

Di panelê de ji pêşengên Kampanyaya Azadî ji Ocalan re ya li Ingilîstanê, Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkaya UNITE´ê Simon Dubbins jî weke qiseker beşdar bû. Wî bi bîr xist ku beriya dagirkeriya dewleta Tirk bi demeke kurt, tevî sendîkavan û parlamenterên Partiya Karker ew çûbû Rojava û got, “Weke sendîka, em xwedî li Rojava derdikevin. Berxwedana Rojava ji bo me jî xwedî maneyeke dîrokî ye.”

Lêkolînera li Zanîngeha Oxfordê û çalakgera Tevgera Jinê ya Kurd, Dilar Dirik jî ji bo dagirkeriya qirker got, “Qirkirinek e li dijî Kurdan, şer e li dijî jinan û sîstema alternatîf.” Wê her wiha banga xurtkirina têkoşînê û berxwedanê kir.

 

 BREMEN/LONDON