Rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan, rojeke Hevseroka KCD´ê Leyla Guvenê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Abdullah Ocalan îro 161 roj in di grevê de ye, xêz kir.

Di xêzkirinek rojekê de, xwendina pirtûka nivîskara Îranî, Furug Ferrugzad a bi navê “Birînên min ên evînê ne” a ku ji aliyê Platforma  Rojanamevanên Jin a Mezopotamyayê ve di 23’ê sibatê de hat diyarîkirin ji aliyê jinan ve tê xwendin, diyar dibe.

       

Wekî din jî serdana dayika Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê li girtîgehê dawî li yana xwe anî, tê dîtin. Herwiha di xêzkirineke din de jî rakirina ser piyan a Leylayê bi alîkariya aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)  Zelal Bîlgîn û keça Leylayê Sabîha Temîzkan, tê dîtin.

Herwiha di xêzkirinekê de jî serdana Parlamenterê Wanê Tayîp Temel ku li avahiya HDP’ê ji 3´yê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye û çû serdana Leylayê tê dîtin.

   

 JINNEWS / AMED