Siyasetvanê Kurd Zekî Eroglu ku ji alî dewleta Elman ve dîl hatibû girtin, ji hepsê derket. Zekî Eroglu herî dawî li Hepsa Billwerder Moorfleetê dima.

Eroglu 13ê Nîsana 2016´an li Stockholma paytexta Swedê hatibû binçavkirin û piştî sê mehan dewleta Swedê wî teslîmî Elmanyayê kiribû. Eroglu di dadgeha Elman de politikaya dewleta Tirk û hevkariya dewleta Elman teşhîr kiribû. Dadgeha Bilind a Eyaleta Hamburgê Tîrmeha 2017an de 2 sal û 9 mehan ceza lê birîbû.

 

HAMBURG