Beşên li navendê
Baysal diyar kir ku her dewreyeke perwerdeyê ya ku ew didin destpêkirin 6 mehan didome û wiha pêde çû: “Perwerdeyên me dawiya hefteyê saet di 10.00’an de dest pê dike û heta 16.00’an didome. Ev 5 mehin ku perwerdeyên me dest pê kirine. Piştî ku ev perwerde bi dawî bûn dê dewreya perwerdeyê ya nû were destpêkirin.” Der barê nêzîkatiya ciwanên farqînî ya li hemberî çand û hunerê de jî Baysal axivî û ev tişt anî ziman: “Germahiyekê ciwanên Farqînê ya li hemberî çand û hunerê heye. Dikarim bibêjim ku eleqeyeke gelek mezin li hemberî xebatên çand û hunerê heye.”
Armanca perwerdeyê
Der barê armanca perwerdeya çand û hunerê de jî Baysal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca me ya herî sereke ew e ku em ciwanên xwe ji polîtîkayên qirêj ên dewletê yên wekî; fihûş, tiryak, pişaftin û hwd. biparêzin û çanda wan bi wan bidin nasandin e.”
Baysal der barê hunermendiyê de jî axivî û pêde çû: “Hunermend her çiqas bi kare hunerê re mijûl bibe jî kare wê tene ne huner e. Hunermend di esasê xwe dikare bibe pêşeng û şervanê gelê xwe jî.” Baysal hunermendên şoreşger ên kurd Alî Temel, Delîla, Hozan Serhed, Mizgîn û Hogir bi bîr anî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hunermendên me ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyan. Em van hunermendên xwe ji xwe re wekî mînak digirin û em dibêjin ku em ê di rêça wan de bimeşin.”
Avabûna navendê
Mamosteyê Navenda Çand û Huerê ya Zembîlfiroşê Serdar Baysal der barê 9’emîn salvegara avabûna navendê de jî axivî û wiha wiha got: “Ji ber ku navendeke me wiha heye em gelekî kêfxweş in. Niha cihê ku em lê dimînin li nav Şaredariya Farqînê ye û zêde fireh nîn e. Heta du mehan dê cihê navendê biguhere. Bi guhertina cih re em ê xebatên xwe bi awayekî rêk û pêk û di temamiya hefteyê de em ê bidin. Em ê di avahiya xwe ya nû de jî şahiya salê ya yekem pêk bînin.”
NIHAT KUTLU/ŞOREŞ OLÇEN/AMED