Li gorî daneyên duh li Zurichê ji aliyê kargeha şêwirmendiyê ya bi navê Campgemini û Royal Bank Canada (RBC) ve hatin aşkerakirin, aboriya cîhanê biçûk dibe, lê hejmara mîlyoneran zêde dibe. Hejmara kesên tê texmînkirin li gelemperiya cîhanê xwedî hebûneyeke zêdeyî 1 mîlyon dolarî ye, li gorî sala 2012'an ji sedî 15 zêde bû û gihaşt 13 mîlyon 730 kesî. Ev jî li gorî sala derbasbûyî tê wateya zêdebûna 1 mîlyon 760 hezar kesî.
Ev beşa ku kêmî ji sedî 2 ê nifûsa cîhanê ye, li ser hebûneyeke nêzî 53 trîlyon dolarî hikumdar in.
Li cîhana me ya ji zêdeyî 7 mîlyar mirovî, 1,2 mîlyar mirov rojane neçarin kêmî 1 dolar û 25 centî debara xwe bikin. Xizanî herî zêde jî bandorê li zarokan dike. Tê zanîn ku li tevahiya cîhanê 400 mîlyon zarok ji xwarin, tenduristî û perwerdeyê bêpar in.
PARÎS