Zêrê Zer e ji Kurdistanê
Ev parçeyê gerdeniyekê yê di şiklê kûçikekî de yek ji nimûneyên pêşî yên karê ji zêr û zîv di dawiya hezarsala 4’an a beriya mîladê. Di nava hunerê vê gerdeniyê de tevahiya teknîkên bikaranîna metal a wê heyamê hene. Di heman demê de agahiyên muhim dide li ser yekê ji cûreyên kûçikan ên hawîrdora deşta Sûsayê (Şûşê) jî.
Texmînî di navbera 3300-3100’î beriya mîladê li peytexta Elamiyan Sûsayê ev xemla hanê hatiye çêkirin. Hesinkarên hiingê hînbûne ku cewher kêm bikin da ku metalî derêxin û birijînin qaliban. Cewherê pêşî ê ketî ber vê pêvajoyê sifr e. Di heman demê de hesinkaran (gerçî hê bi hesin emel nedikirin), bi risas, zêr û zîv jî emel kir. Ew fêr bûn têkelên bi arzenîk, antîmon û risasê jî çêkin. Lê didawiya hezarsala 4’an de karê bi zêr û zîv kêm bû. Di vê nimûneyê de xeleka dawî ya ku bi gerdeniyê ve tê kirin, paşê bi kûçikê zêrîn ve hatiye kirin. Kûçikê zêrîn rijandine qalibekî ji kîlê. Ji bo ku ev xelek di cih de nehele sifr û birinc di nav zêr de hatine kirin û paşê bi hinekî sarkirina cihê gihandina hev, xelk bi peykerkê kûçik ve hatiye kirin. Bi qasî tê zanîn kûçikê Sûsayê yekem berheme ku wisa hatiye hilberîn.
Ev kûçikê hanê naşibe kûçikê Sûsayê yê navtenga wî zirav. Diyar e ku ev cûreyekî dine. Dawiya hezarsala 4’an li Rojhilata Navîn koçerî bi qîmet bûbû û di hunrê wê heyamê de mirov gelek caran kûçikan dibîne. NAVENDA NÛÇEYAN