Nivîs muhim e, helbet name jî. Îro herçend bi pirranî dijîtal bin jî herdu, berê ne wisa bû. Jixwe destpêkê bi wan lewheyên kîlê beriya bi 5 hezar salan nivîs ne tenê peyde bû, heta roja me ya îro jî wan lewheyan xwe gihand. Em ji lewhayên kîlê ê hingê dizanin ku hem ji bo peywendiya taciran û hem jî ya tacirên ne fermî ango qaçaxçiyan, lewhayên weke name jî hatine bikaranîn hebû ne û bi rastî jî ji hingê ve fikra zerfê hebûye. Qaçaxçiyên ku ji bo bacê nedin, li rêyan geriyane bi nameyan beriya bi 4 hezar salan peywendiyên xwe danîne bi ticarên li nava bajarên Asûra kevin re. Bajar li Mezopotamyayê ne û hemberê wan li Anatolyayê ne ku zêr û zîv didin bi qumaşên Asûran.
Lewheya ku hîna nerm li ser hat nivîsîn, piştî ku hişt bû carekedin li kîla ner dihat pêçan û navê kesê dişîne û kesê wê wergire jî li ser wê kîlê dihat nivîsîn ku fonksyona wê zerf bû. Ev name û zerfa di wêne de jî teqrîben sala 1900´î beriya mîladê hatiye nivîsandin.
PARÎS