Zêrka Zêra bi dayika xwe ya pîr re bi tenê li gund dimîne. Birayên wê ne li cem wan in. Wê birayên xwe hîç nedîtine. Rojekê li gund Zêrka Zêra li nav hevalên xwe rûdine. Herkes behsa birayên xwe dike û pesnê wan dide.

Medokê dibêje, birayê min darvanekî baş e.

Eyşo dibêje, birayê min dengbêjekî baş e.

Delalê dibêje, birayê min tembûrvanekî baş e.

Şemamê jî dibêje, birayê min cotkarekî baş e.

Ji ber ku birayên wê nînin, rebena Zêrka Zêra çavên xwe nizm dike. Lewma haya wê ji birayên wê nîne. Bi wî halî radibe ji cem hevalên xwe bi bez û girî dûr dikeve. Tê malê cem dayika xwe û xwe diavêje hembêza wê.

Dayika Zêrka Zêra dibêje:

- Keça min a delal, çi qewimî? Tu çima digirî?

Zêrka Zêra dibêje:

- Dayê li gund herkes bi birayên xwe serfiraz e, bi tenê ez bê bira me. Ez çawa negirîm.

Dayika Zêrka Zêra lê vedigerîne:

- Delala min, tu çawa bê bira yî! Tu xwîşka heft birayan î.

Zêrka Zêra ji dayika xwe dipirse:

Ew birayên min li ku ne?  Çima ez wan hîç nabînim?

Dayika Zêrka Zêra bersiva keça xwe dide:

- Delala min, ew li welatekî pirr dûr in. Bi tena serê xwe li çiyayekî dimînin. Tu nikarî biçî cem wan.

Zêrka Zêra li ber dayika xwe digere:

- Ez bi qurban dayê, ji min re bibêje, ez ê çawa herim cem wan?

Dayika Zêrka Zêra razî dibe. Li ser vê yekê, dayika wê jêre dibêje:

- Delala min, bi tenê bi kerê ji heriyê tu dikarî biçî wî çiyayî. Lê nabe ku heta tu bigihêjî cihê xwe tu jêre bibêjî, şoş! Tu baş ber ketî? Te fêm kir Zêrka min?

Zêrka Zêra li dayika xwe vedigerîne:

- Erê dayika min a ezîz. Min baş fêm kir. Heta negihêjim cihê xwe ez ê nebêjim şoş!

Dayika wê radibe ser xwe, ji heriyê kerekî çêdike û ruh bi wî kerî tê. Dayika Zêrka Zêra ji keça xwe re xercerê hazir dike. Qenc şîretan li keça xwe dike û wê bi rê dike.

Zêrka Zêra dide rê. Kera xwe diajo. Rasta gundiyan tê, rasta hevalên xwe tê. Ji gund dibihure, di nava zeviyan re derbas dibe. Çavên wê bi kulîlkên rengîn dikevin. Bi carekê xwe ji bîr dike û ji kera xwe re dibêje, şoş! Çawa ji kerê re dibêje şoş, ker wê kêliyê dibe ax û xwelî di bin wê de. Zêrka Zêra digirî û vedigere malê. 

Dayika wê jêre dibêje:

- Erê delala min ma min ji te re negot, heta tu negihî cihê xwe ji kerê re nebêje şoş?

Zêrka Zêra dibêje:

- Te got dayika min a ezîz. Sûnd dixwim, ez ê carekê din nebêjim kerê şoş. Kereke min a din çêke!

Dayika wê jêre ji heriyê kereke din çêdike. Zêrka Zêra li kerê suwar dibe û heta ku kerê ew gihand çiyayê birayên wê lê, ji kerê re nabêje şoş.

Zêrka Zêra digihîje mala birayên xwe, birayê xwe yê piçûk dibîne. Birayê piçûk çawa çav bi xwîşka xwe dikeve, wê nas dike. Bi hesret wê himbêz dike. Keçik li birayên din dipirse. Kurik dibêje:

Birayên din bi roj diçin nêçîrê, diçin daran, hin ji wan diçin nav rez û werzên me. Ez jî li mal dimînim paqijiya wan dikim, xwarina wan çêdikim, ava wan dikişînim. Lê miqate dibim ku agirê wan venemire.

Zêrka Zêra û birayê wê bi dîtina hev pirr bextxweş û dilşa dibin. Bira ji xwîşka xwe re dibêje:

Xwîşkê dema ku êvarê birayê min hatin mal, tu xwe veşêre. Ez ê ji wan re bibêjim mizgîniyeke min ji we re heye, ka tê derxin çi ye! Ka em binihêrin bê ma wê bîra hatina te bibin yan na!

 (Wê dewam bike….)

* Luqman Guldivê çîrok adapte kiriye.