Hûtê heftserî bi xwe bi himmên hişyar dibe. Bêvila xwe radike jor û derdora xwe bîhn dike, paşê dibêje:
- Bim bim bim, bîhna ins û cinsan tê! Bim bim bim, bîhna ins û cinsan tê!
Jina wî dibêje:
- De na lo! Ma kîjan mirov ji tirsa te diwêre were vir?!
Hûtê heftserî ji ya xwe neyê xwar :
- Bim bim bim, bîhna ins û cinsan tê! Bim bim bim, bîhna ins û cinsan tê! Ji agirê min jî kêm bûye! Kê agirê min biriye?
Çiqasî jina wî dixwaze mêrê xwe qaneh bike jî, hût razî nabe. Hût serê tayekî dibîne. Li dûv wî tayî heta bi mala Zêrka Zêra diçe. Çawa Zêrka Zêra çav bi hûtê heftserî dikeve, ditirse û dikeve hundirê malê û derî li ber xwe asê dike.
Hût tê ber dêrî û dibêje:
- Tu çawa biwêrî û werî agirê min bibî! Ez ê te bixwim!
Keçik li ber hût digere û dike eman û zeman:
- Ez dexîlê te me, dest nede min, min nedizanî agirê te ye!
Hût dibêje:
- Ez virde û wêde nizanim! Te agirê min biriye û ez ê te bixwim! Tu dêrî li min venekî ez ê her heft birayên te bixwim!
Keçik pirr ditirse û li ber hûtê heftserî digere. Di dawiyê de hût razî dibe ku herroj were û xwîna keçikê bimije û vegere ciyê xwe. Keçik tiliya xwe di qula dêrî re dirêj dike û hûtê heftserî xwîna wê dimije.
Êvarê birayên wê tên mal, şîva xwe dixwin lê belê keçik hîç behsa tiştekî ji wan re nake. Bi vî awayî çend roj derbas dibin. Herroj madê Zêrka Zêra zertir dibe, xwîn ji laşê wê dikişe. Birayê piçûk rojekê li mal dimîne, xwe ji xwîşka xwe vedidize û li quncikeke malê vedişêre. Dinihêre ku berêvarê, xwîşka wî bi lez tê, dikeve hundir, dêrî li ber xwe asê dike. Piştî çend kêliyan dengek tê, dibêje:
- bim bim bim, ka tiliya xwe di qulika dêrî re derxe, yan na ez ê her heft birayên te bikujim!”
Keçik tiliya xwe di qulika dêrî re dirêj dike. Piştî çend kêliyan, Zêrka Zêra bê hal dikeve erdê. Bira ji cihê xwe derdikeve, tê cem xwîşka xwe û dibêje:
- Xwîşkê ev çi hal e? Li vir çi diqewime?
Zêrka Zêra hal û meseleya xwe û hûtê heftserî ji birayê xwe re dibêje. Êvarê birayên din jî tên, birayê piçûk dibêje:
- Gelî bira, hûtê heftserî herroj tê xwîna xwîşka me dimije. Êdî divê em vî hûtî bikujin, naxwe rehetiya me nîne!
Bira qebûl dikin, şêwra xwe dikin û tegbîra xwe digerînin. Dîtira rojê her heft bira li malê dimînin. Hin radihêjin şûr û mertal, hin radihêjin riman, tîr û kevanan; hemû çekên xwe li xwe dişidînin. Ji xwîşka xwe re dibêjin:
- Xwîşkê, dema hût tê, jêre bibêje; ez pirr westiya me, taqeta min nîne, tu serê xwe di dêrî re dirêj bike! Wekî din îşe te bi tiştekî din nîne, serê xwe ji tiştekî din neêşîne.
Birayê piçûk li pişt dêrî disekine, her şeş birayên din jî xwe li hundur vedişêrin. Berêvarê hût tê, bang li keçikê dike:
- Bim bim bim, tiliya xwe dirêj bike!
Zêrka Zêra dibêje:
- Ez îro pirr bê hal im, taqeta min nîne ez rabim ser xwe, tu serê xwe di dêrî re dirêj bike û tiliya min bimije!
Çawa hût serê xwe dirêj dike, birayê piçûk bi şûrê xwe serê wî jêdike. Hût li wê derê dimire. Her heft bira û xwîşka wan hevdu himbêz dikin. Laşê hût li devê deriyê xwe vedişêrin. Ji xwîşka xwe re dibêjin:
- Li ser tirba hûtê heftserî, wê giyayekî pirr bedew û xweş şîn bibe! Emanet tu ji wî geyayî ti xwarinê çênekî!
Sal qulipt, bihar hat, li ser devera hûtê heftserî lê veşartî giyayekî pirr xweş çêbû. Zêrka Zêra bi xwe nikarî û ew giya xiste nav şîva birayên xwe. Birayên wê çawa nanê xwe dixwin, dibin heywan. Zêrka Zêra diheyire, nizane çi bike. Diçe cem hekîm û luqmanan, di dawiyê de koçekekî pirr zane jêre dibêje:
- Dermanekî bi tenê heye ku pê birayên te bibin mirov! Divê tu bi şiveke tirr li wan bidî û ew jî nebêjin ‘ay’!
Zêrka Zêra malavahiya koçekî dike û radihêje şiveke tirr, pê bi dorê li birayên xwe dixe. Şeş birayên mezin nabêjin, ‘ay’; birayê piçûk bi xwe nikare û bi nîvdengekî ‘a’ ji nava lêvên wî difilite. Birayê piçûk nîvî dibe mirov, nîvê din jî heywan dimîne. Zêrka Zêra dîsa diçe xwe diavêje bextê koçekê zane, li ber wî digere, koçek jî jêre dibêje ka dermanê wî çi ye.
Zêrka Zêra diçe malê,dermanê koçekî jêre gotî hazir dike û dide birayê xwe yê piçûk. Birayê wê jî wê kêliyê vediguhere û dibe mirov.
Zêrka Zêra piştre xatirê xwe ji birayên xwe dixwaze û diçe cem dayika xwe ya pîr a li gund. Êdî wê birayên xwe nas dikirin û dikarî pesnê xwe jî bi wan bide. Ew bi miradê xwe şa bûn, rehma xwedê li dê û bavê guhdaran ên me jî pêre.
* Luqman Guldivê adapte kir.