Êvarê şeş birayên din yên Zêrka Zêra jî tên. Xwîşka wan Zêrka Zêra, xwe vedişêre. Birayê piçûk şîva wan datîne û ew jî li ser sifrê rûdinin da ku şîva xwe bixwin. Birayê piçûk ji her şeş birayên din dipirse:

- Birano mizgîniyeke min ji bo we heye! Ka tê derxin bê çi ye?

Yek dibêje, te xizneyeke zêran dît; yê din dibêje te nêçîreke baş kir… Kurt û KUrmancî, birayên din tê dernaxin. Birayê piçûk ji wan re dibêje:

- We tê dernexist. Em heft bira ne û xwîşkeke me heye. Xwîşka me li vir e. Ma mizgîniyeke ji vê çêtir heye?

Her şeş birayên din şaş dimînin. Zêrka Zêra ji cihê xwe lê veşartî derdikeve. Hemû wê himbêz dikin, li halê dayika xwe dipirsin. Pirr kêfa wan tê. Şîva xwe bi hev re dixwin. 

Dîtira rojê xwîşk û birayê piçûk li malê dimînin. Bi hev re paqijiyê dikin, daran hûr dikin, hejikan dikişînin, agirê di kuçikê de gurr dikin, avê germ dikin, xwarinê çêdikin. Dema dibe êvar her şeş bira tên malê û bi hev re şîvê dixwin.  Piştî şîvê Zêrka Zêra ji birayên xwe re dibêje:

- Gelî bira, heke hûn jî bibêjin erê, ez dixwazim li malê bimînim, karên malê bikim û şîva we çêbikim!

Birayê mezin bi fikar lê vedigerîne:

- Xwîşka min a delal, li vî çiyayî sed bela hene. Ji bilî wan belayan, dive tu hîç nehêlî ku agirê kuçika me vemire. Ez nizanim gelo ev ne barekî giran û bi tehlûke ye ji bo te? 

Zêrka Zêra bersiva birê xwe dide:

- Birawo, soza min e, ez ê pirr li xwe û li agirê kuçika me miqate bim. Ez xwîşka heft birayan im. Kî diwêre xwe nêzî min bike.

Birayê mezin dibêje:

- Naxwe, xwîşkê, emanet tu hejîra pisîkê nexwe!

Bira razî dibin. Dîtira rojê her heft bira diçin nêçîrê, daran, nav rez û werzan. Keçik bi tenê li malê dimîne. Tevahiya karên malê dike, şîva birayên xwe çêdike. Êvarî tevî birayên xwe nanê xwe dixwin û sohbetê û yariyan dikin. 

Çendekê her roja wan xweş dibihure, bi hev re pirr kêfê dikin û şa dibin. Rojekê, dîsa bira diçin karê xwe, xwîşka wan li malê dimîne. Radihêje melkes û hundurê malê paqij dike. Hejîra pisîkê ji cihê wê derdikeve. Çend caran bi melkes hejîrê dixe cihê wê. Hejîr dîsa digindire. Li ser vê Zêrka Zêra hejîrê diavêje devê xwe û dixwe. Hêrsa pisîkê radibe, û ew jî bi agirê kuçika wan de dimîze û êgir vedimirîne. 

Zêrka Zêra diheyire, nizane çawa êgir peyda bike û xwarina birayên xwe çêke. Dema ku li çareyekê digere, çavên wê bi duxana li sere girekî dikevin. Guloka wê û singikên wê di destê wê de ne. Radihêje kodikekê û xwe li wê dûxanê digire, diçe serê wî girî. Berê xwe didiyê jina hûtê heftserî li ber êgir rûniştiye û bi darikê di destê xwe de jî carinan agirê xwe tevdide. 

Zêrka Zêra silavê li jina hûtê heftserî dike û dibêje:

Xwîşkê qurbanê, pisîkekê bi agirê kuçika min de mîst û vemirand. Ez di bextê te de me, çend perengan, agirekî bide min ez biçim şîva birayên xwe çêkim.

Jina hûtî dibêje:

Keça delal, tu çi dikî! Dengê xwe nizm bike!  Ez jina hûtê heftserî me. Hût ji xewê hişyar bibe, wê te bixwe. Perengên wî jimartî ne. Ez ê ji perengên wî bi meqes bibirrim û bidim te. Ka kodika xwe! 

Keçik kodika xwe dide jina hût. Ew jî ji serê çend perengan jêdike û wan dixe kodika Zêrka Zêra. Piştre jî weha şîretê lê dike:

Keça min a delal, bilezîne ji vir biçe. Hût hişyar bibe, wê li te nebihure û te bixwe. Careke din jî nehêle pisîk bi agirê te de bimîze!

Zêrka Zêra radihêje agirê xwe, tê malê. Lê belê wexta vedigere, guloka wê li guliyê deviyekê dialiqe û heta diçe malê li dûv wê vedibe.  Zêrka Zêra agirê xwe gurr dike, da ku şîva birayên xwe çêke. 


Wê dewam bike…


* Luqman Guldivê adapte kiriye.