Şêrîn, got gelek caran zewicandina di temenê biçûk de dibe sedema tundiya li dijî jinan û berdanê, sedema vê yekê nezanîna malbatane û bang li malbatan kir ku li dijî zewicandina di temenê biçûk de derkevin. Di semînerê de endama Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan a Hesekê Newroz Ebdulah jî li ser xebatên navendê yên li dijî zewicandina di temnê biçûk de axivî. Ebdulah, da zanîn ku her dem ew di nava hewldanan dene ku hemû pirsgirêkên jinan çareser bikin û jinan perwerde bikin. Ebdulah, bal kişand ku hemû jinên di temenê biçûk de hatine zewicandin rastî îşkenceyê hatine û got divê hemû jin li dijî zewicandina di temenê biçûk de derkevin. Semîner bi nêrîn û nirxandina beşdaran bidawî bû.
HESEKÊ