Li Mêrsînê di operasyonên binçavkirinê de tevî Hevserokên BDP yên bajêr, Serokê Mêrsînê yê ÎHD´ê, rêveberên BDP´ê sendîkavan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl 42 kes hatin binçavkirin.
Binçavkirinên pêk batin li pêşiya avahiya BDP´ê ya Mêrsînê hate şermezarkirin. Tevî Parlamenterê BDP´ê yê Mêrsînê û nûnerên KESK, ÎHD, EMEP û SDP´ê bi sedan kes beşdar bûn. Parlamenter Kurkçu di daxuyaniyê de diyar kir ku kesên hatine binçavkirin ji bilî xebatên aştiyê ti sûc nekirine û zextên AKP´ê yê li dijî siyasetmedaran û têkoşîna azadiyê ya Kurdan li dijî qanûnan e.
Kurkçu destnîşan kir ku berî hilbijartinan AKP dixwaze BDP û HDK lewaz bike û weha bang li gel kir: "Bi ti awayî li hemberî zextan situyê xwe netewînin. Em li hemberî zextan paş de gav navêjin. Meclîs ev der e. Emê li 81 bajaran 81 meclîsê saz bikin. Emê hevalên xwe bistînin."
Daxuyaniya girseyî bi sloganan û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
´Tola Pozanti û Roboskiyê hiltînin'
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê ji bo protestokirina girtin û binçavkirinan li avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Parazvanê mafên mirovan li avahiya ÎHD'ê ya Mêrsînê kom bûn û binçavkirina 42 kesan û serdegirtina saziyan şermezar kirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê Temîm Salmanoglu daxuyanî da û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê berhemê darbeya 12'ê Îlone ye û dixwaze vê pêvajoyê ji nûve zindî bike. Salmanoglu, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê dara bin piyê xwe dibire û dixwaze tola Roboskiyê û Pozantiyê ji wan bistîne û wiha got: "Ev zext û zordarî nikarin ÎHD'ê, BDP'ê û KESK'ê têk bibin.
DÎHA/MÊRSÎN
Dîsa girtin û binçavkirin
Di encama operasyonên qirkirina siyasî de li Colemêrg û Şirnexê 3 jê zarok 5 kes hatin girtin. Li Batman û Şirnexê jî îro operasyonên binçavkirinê yên nû pêk hatin û 14 kes hatin binçavkirin.
Polîsên dewleta Tirk piştî operasyonên qirkirina siyasî ku pêr li Mersîn, Amed, Şirnex, Dersîm, Edene û Batmanê meşandin doh dîsa dewam kirin. Li Batmanê polîsan bi ser Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Demokratîk ya (DYGM) de girtin 7 ciwanên Kurd kirin binçavan. Tirs û fikar hene ku hêjmara kesên binçavkirî zêde bibe.
Li Silopî 3 zarok hatin girtin
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî 7 kesên ku pêr piştî serdegirtina polîsan a li taxên Barbaros, Cudi, Başak û Dicleyê hatine binçavkirin şandin dozgeriyê. Li dadgehê zarokên bi navê F.T. (16), R.E. (16) û T.Y. (16) bi îdîaya "Tevli çalakiyên li bajar bûne" û "Propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin. 4 kesên din jî ji bo lêpirsînê li Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyê tên girtin.
Li Colemêrgê 2 kes hatin girtin
Li Colemêrgê jî kesên bi navê Azîz û Erdal Temel ku berî 4 rojan hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsînê derxistin pêşberî dadger. Heyeta dadgehê Azîz û Erdal Temel bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" girtin û şandin girtîgehê.