Bereya Demokratîk a Gel, zextên li dijî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û girtina baregehên wê, wekî dengê defeke metirsîdar ji bo azadî û pêvajoya demokrasiyê li Başûrê Kurdistan û Iraqê bi nav kir û diyar kir ku ev yek têkdana aramiya Silêmaniyê ye.
Li ser biryara girtina baregehên Tevgera Azadî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, Bereya Demokratîk a Gel daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniya Bereya Demokrasiya Gel de tê gotin, biryar neqanûnî û destûrî ye û wiha tê gotin; "Êriş birina ser baregehên Tevgera Azadî ku partiyeke xwedî destûr e, dengê defeke gelekî metirsîdar e ji bo azadiya kes û giştî, pêvajoya demokrasiya li Başûr û Iraqê. Herwiha ev yek têkdana rewşa aramiya herêma Silêmaniyê ye ku wekî herêmeke bi aram tê nasîn."
Bi kêra dagirkeriya Tirkiiyeyê tê
Bereya Demokratîk a Gel eşkere kir ku Tirkiye dixwaze li Başûr û Iraqê ji xwe re bingehekî ava bike û got, “Ev biryar ji aliyê kê ve û bi çi hincetê hatibe dayîn jî, xizmetê ji dagirkerên Kurdistanê re dike, bi taybetî ji dewleta Tirk re. Dewleta Tirk dixwaze li Başûrê Kurdistan û Iraqê bingehekê ava bike, ji bo hêzên Kurdî bixe nava şerekî birakujî û dijberiyê. Piştî wê jî Tirkiye wê Kerkûk, Silêmanî, Germiyan û Musilê dagir bike."
Di dawiya daxuyaniya Bereya Demokratîk a Gel de ev bang hate kirin: “Bi aqilane nêzîkê vê rewşê bibin û pirsgirêkan çareser bikin.”
Tevgera Azadî li Germiyanê jî girtin
Hêzên asayîşê yên ser bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, doh bi darê zorê endamên Tevgera Azadî ji ofîsa wan a li Germiyanê derxistin û baregeha wê girtin.
Asayîşa herêma Germiyanê bi ser ofîsa Tevgera Azadî de girt û bi darê zorê ofîsa Tevgera Azadî girt.
Têkildarî mijarê endamên meclîsa Tevgera Azadî ya Germiyanê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Hevserokê Tevgera Azadî ya Germiyanê, Hawrê Cebar di daxuyaniya çapemeniyê de got; “Ev 5 roj in li dijî ofîsa me zext û êriş hene. Îro (doh) hêzên asayîşê bi darê zorê em ji ofîsê derxistin û em destgîrkirin. Em vê biryarê weke biryareke dijminayî, bi taybet ya Tirkiyeyê bi nav dikin. Em ê têkoşîna xwe bidominin. Em daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikin ku li dijî vê biryarê helwêstê nîşan bidin. Ev biryar li dijî azadiyê ye. Bi vê biryarê diyar dibe ku herêma Kurdistanê ne azad e û di bin zextên Tirkiye û Îranê de ye."
ANF /SILÊMANÎ