Şaredariya Cizêrê ku şaredarê wê, 8 endamên meclîsê girtîne û der barê 3 endamên meclîsê de biryara girtinê hene, li gel hemû astengî, zext û zordariyan ji bo xizmeta xwe kêm neke di nava hewldanan de ye. Şaredariya ku Şaredar Aydin Budak endamên meclîsê Hanım Onur, Adem Golçe, Emîn Yapar, Mudur Gok, Abdulcabar Îgdî, Mehmet Dalmiş, Îskan Kalkan û Şahide Pusat jî di navde 8 endamên şaredariyê girtîne, kêmasiyê naxe nava kar û barê xwe. Şaredariya ku bê navber xismetê dimeşîne dîsa Alîgirê Şaredar Mehmet Saçi û endamê meclîsê Ahmet Dalmiş û Halime Altintaş der barê wan de biryara girtinê heye.

Malên şînê û malên gel
Şaredariyê li gel ku şaredar, wekîlê şaredar, piraniya xebatkar, personel, endamên meclîsê girtî ne jî dîsa navberê nade xismetê xwe û xebatên xwe yên gel berdewam dike. Şaredariyê li taxa Cudî û Nurê malên gel û malên şinê ava kir. Niha jî înşaeta malek gel û malek şînê berdewam dike. Li taxên Cudî, Nûr û Yasefê xebatên kanalîzasyonê meşandin. Ekîbên şaredariyê ku ji bo pêşî li lehiyan bigire dest bi xebatên berfireh kirin, li kolana Merdana taxa Cûdîyê boriyên 3 hezar û 500 metreyî û koregeyên 300-400 di binya erdê de binecih kir. Dîsa ekîbên şaredariyê yên li cadeya Mîr Abdal a taxa Yesefê dest bi kar kirine li seranserî cadeyê koregeyên 400'î binecih kirin.

Ji bo tenduristî û perwerdehiyê...
Şaredariyê di demên dawî de ji bo xizmeta perwerdehî û tenduristiyê dest bi avahiyên nû kirin. Şaredariyê dest bi avahiya 3 qat a Navenda Tenduristiya Gel a Bişenk û Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiya Melayê Cizîrî kir.
Li aliye din li ser Reya Bejayî ya Cizîr û Şirnexê peyarêyên ku hatibûn xerakirin ji nûve rast kir û li taxa Konakê kîlometreyek rê kevirên parke pêça. Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, der barê şaredariyê de agahi da û anî ziman ku li gel piraniya hilbijêrên wan girtîne û ji aliyê dewletê ve hatine dorpêçkirin jî dîsa hewl didi ku gel ji xizmetê bêpar nehêlin û dê xebatên xwe xurtir bikin. Goren, da zanîn ku ew ji bo xizmetê li virin û dê ne tenê di qada binesaziyê, di qada civakî, çandî û tenduristiyê dî xizmetên xwe zêdetir bikin. Goren, da zanîn ku ew dê tu carî ji feraseta xizmeta ekolojîk û demokratîk tawizê nedin.


JÎHAT AKÇA - DÎHA/ŞIRNEX