Rojnameyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 22 xebatkarên wan girtî ne û êrîşên li hemberî çapemeniyê şermezar kir. Azadiya Welat bi bîr xist ku pêr jî Xwediya Îmtiyazê yê rojnameya wan Azadiya Welat Halîme Parlak hate binçavkirin û got; “Niha li Tirkiyeyê ji sedî zêdetir rojnameger girtî ne. Tirkiye di warê girtina rojnamegeran de li cîhanê yekemîn e û Tirkiye naxwaze ve eybê bide destê welatên din û li hember rojnamegeran bê navber operasyonan didomîne.”
Di daxuyaniya rojnameyê de wiha hate gotin:  “Ger mirov bixwaze demokrasiya welatekî bipive divê nêzîkahiya wî welatî ya li hember azadiya ramanê binêre. Niha li Tirkiyeyê bi 22 xebatkarên rojnameya me, gelek nivîskar dîl hatine girtin. Rûreşiya Tirkiyeyê ku li salonên dadgehan de hevalên me rojnameger bi komî tên darizandin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di vê dema ku derdora 700 girtiyên Kurd li 76 girtîgehên Tirkiyeyê ji bo mafên xwe yê rewa serê 54 rojane di greva birçîbûnê de ne dengekî erênî ji bo çareseriyê ji hikûmeta AKP’ê nayê û girtiyên Kurd bi mirinê re rû bi rû hiştine wiha berdewam kir; “Li şûna ku hikûmeta AKP bersivê bide daxwazên dîlên azadiyê berevajî vê yekê bi wesayitên xwe yê zirxî û bombeyên gazê êrîşan dibe ser xwepêşandêrên Kurd ên ku li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiye ji bo piştgiriya girtiyan rabûne ser piyan.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd jî bi piştgiriya û sekna xwe ya bi rûmet li ber xwe dide û xwedî li zarokên xwe û daxwazên wan derdikeve û hate destnîşankirin ji ber ku ew daxwaz ne tenê yên girtiyane ew daxwazên gelê Kurd ên herî bingehîn û rewa ne. Rojnameyê got; “ Gelê Kurd azadiya Rêberê xwe û mafê xwe yê ziman. Lewre daxwazên dîlên azadiyê, daxwazên hemû gelê Kurd ên rewa û bingehîn in.”
Rojnameya Azadiya Welat got; “Em hemû rengên êrîşên li ser gelê me, binçavkirina rojnamegeran, siyasetmedaran, hunermendan û nûnerên saziyên civakî bi tundî şermezar dikin. Em bang dikin ku demildest hevalên me yên rojnameger û 24 kesên hatine binçavkirin serbest berdin.”

DÎHA/AMED