Belavkarê rojnameya Azadiya Welat, Aydin Yuksel diyar kir ku polîsan bang li wî kirine ku bê Qereqola Polîsan a Sîteler ya li Taxa Şevket Sumer û teklîfa sîxurtiyê ji wî re kirine. Yuksel da zanîn ku çend roj berê kesê ku xwe wekî Emrah daye nasîn ji wî re gotiye divê were qereqolê û wiha axivî: "Polîs ji min re telefon vekir û got evrakên we hene, hûn dikarin werin qereqolê. Min got evrakên çi ne, ji min re got em nikarin di telefonê de bibêjin divê hûn werin li vir. Li ser vê yekê ez jî çûm Qereqola Polîsan a Sîteler. Li ber deriyê qereqolê polîsê sîvîl yê bi navê Emrah ez pêşwazîkirim û ez birim odeyekî."

Yuksel anî ziman ku li odeyê polîsekî din jî hebû û wiha got: "Ew bi min re axivî. Ji min re got diz bikeve mala we tu agahî nadî gelo? Li kolana we tiryak bê firatin tu agahî nadî gelo? Min jî got jixwe ez li hember van tiştan im. Min ji wî re got di navbera karê te û tiştên ku behsê dikî de nakokî hene û teklîfa sîxurtiyê ji min re dikî. Wî jî got wê peyva giran bi kar neyne. Piştre got şansekî bide me, tê bibînê dê her tişt baş bibe û got em dixwazin bi hev re li derve çayekî vexwin. Min qebûl nekir û israrên xwe berdewam kir. Piştre dest gefxwarinan kir û got ger kesek ji me re bibêje bi darê zorê rojnameyan difiroşe me, wê demê em ê te bigirin. Ger kesekî ku hûn hez nekin hebe hûn dikarin agahiyê bidin me. Ji ber ku niha pêvajoya çareseriyê heye em li vir diaxivin, ger ev pêvajo nebûya, em ê li cihekî din biaxiviyana."
Yuksel diyar kir ku li qereqolê rastî tundiya psîkolojî hatiye û wiha axivî: "Bi israr ji min re gotin, em dixwazin bi te re li derve çayekî vexwin û şansekî bide me û sibê di saet yekî de em çayê vexwin. Ji bo, ji wan xilas bibim min got em di saet 15:00'an de çay vexwin. Dema ez derketim ji min re gotin bila ev axaftin di navbera me de bimîne. Piştî ku ji qereqolê derketim min rojekî telefona xwe girtî hişt û careke din, min negeriyan."
Yuksel da zanîn ku ger polîs wî aciz bikin dê bi riyên hiqûqî mafên xwe bigere.

MERSÎN