Gul anî ziman ku piştî girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 12'ê Îlona 2012'an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê ziman û nasnameya Kurdan 68 rojan ketin gireva birçîbûnê û li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiyê anîn zextên li ser girtiyan zêde bûn. Ez li gel 6 hevalên xwe ji Girtîgeha tîpa T 2 a Tekîrdagê ji sirgûn bû û 2 roj berê serbest Gul serpêhatiyên xwe ji DÎHA'yê re wiha got: "Ez ji du dozên cuda dihatim darizandin. Em 3 kom ketin gireva birçîbûnê ya 12'ê Îlonê. Dema em li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê zext hebûn. Lê dema em sirgûnî Girtîgeha Tîpa T-2 a Tekîrdagê bûn zext zêdetir bûn. Çawa em derbasî Tîpa T ya Tekîragê bûn zext jî zêde bûn.
'Tu ewlehiya girtiyan tune'
Gul da zanîn ku dema derbasî Girtîgehê bûn zext di derî de tune bûn, lê piştî derbasî qoxûşê bûn zextan dest pê kir û wiha got: "Rayedarên girtîgehê ji me xwest ku em li ser piyan hêjmarê bidin. Ji ber ku me ev yek qebûl nekir 'Hêza Amade' ku ji 20 kesan pêk dihat ketin hundir û gef li me xwarin. Li deriyan dan, li dîwaran dan û xwestin tundiyê li ser me pêş bixin. Xwestin provokasyonê pêş bixin. Me xwest bi riya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin. 2'emîn Midûrê Girtîgehê Eyup Kara gef li me xwar û got 'Tu ferqa we û girtiyên edlî ji hev tune' Xwest em li ser piyan bên jimartin. Xwest gardiyanên malbatên leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane û girtiyên siyasî bînin hemberî hev. Ji mere gardiyan nîşan dan û gotin ev xizmên şehidan in li gorî wê tev bigerin. Xwestin alavên wî yên taybet lêgerîn bikin. Dema hevalên me bertek nîşan dan û xwestin alavên taybet tev li hev nekin 5-6 gardiyanan xwe avêt ser Hasan û êrîşî wî kirin. Niha tu ewlehiya girtiyan tune."
'Beyî ku muayine bikin îlac didan me'
Gul da diyarkirin ku ji bo zextên li ser girtiyan bi dawî bibe serî li Dozgerê Komarê yê Tekîrdagê dan û wiha got: "Midûrê 1'emîn û 2'emîn yê Girtîgehê her tim gef li me dixwar. Piştî me serî li dozgeriyê da hinekî nerm bûn. Lê piştî demekê zextên li ser girtiyan dîsa berdewam kir. Ji ber ku me ev mijar xist rojeva cemaweriyê zextên li ser me zêdetir bûn. Dema em bi tena serê xwe çûn revîrê di odeya 10 metrekare de 10 hêzên taybet diketin odeyê û em di bin kontrola wan de dihatin dermankirin. Li şûna cihê em lê rûnên gardiyan rûdiniştin. Em di bin gefa gardiyanan de dihatin dermankirin. Dema alavên me yên taybet ji girtîgehên din tên rayedarên girtîgehê desteser dikin. Dema ez çûm revîrê doktor ji bo çavê min damle nivîsand. Lê li gel min got ev ji bo çavê min nebaş e jî doktor bertek nîşan da û got ez doktorim û tu dê bi ya min bike. Ji ber ku min ew îlac bikar anî bandorek neyînî li ser çavê min kir. Hindik mabû ez kor bibim. Min ev rewşa xwe ji Wezîrê Tenduristiyê û Dozgerê komarê re nivîsand. Lê min tu bersîv negirt. Doktor bêyî ku muayine bikin li gorî xwe îlacan dinivîsin."
Ji TUHADER'ê bang
Gul, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibe û piştî girtîgeha Tîpa F niha li Girtîgeha Tîpa T ev zext zêde dibin û wiha dawi li axaftina xwe tîne: "Midûrê 1'emîn Taner Ugurhan bi xwe li dijî pêvajoya aştiyê ye. Pêkanînên Ugurhan li dijî mafên mirovan û giştînameya girtîgehan e. Ji ber van zextan li Tîpa F a Tekîrdagê 21 girtî 36 rojan ketin girevê. Piştî gireva birçîbûnê niha ev zext û zordarî li ser Girtîgeha T-2 tên meşandin. Daxwazên hevalên me nayên qebûlkirin. Me bertek nîşanî helwesta rayedaran da û me got em êdî li ser piyan hêjmarê nadin. Em bi yek rêzê dernakevin hewyê. 4 salin ez girtî me yekem car ez rastî pêkanînek bi vî rengî têm. Di 2'ê Gulanê de carek din hatin koxuşê û dîsa gef li me xwarin."
Seroka TUHADER'ê ya Edeneyê Saniye Seçkin jî anî ziman ku li hemû girtîgehan binpêkirina mafan di asta herî jor deye û lê li girtîgeha Tekirdagê zext hîn mezintir in. Seçkin, da zanîn ku Girtîgeha Tekîrdagê vegeriya ye Kampa Naziyan û êdî ev helwest nayê qebûlkirin. Seçkin, bang li girtiyên ku ji girtîgehê derketin kir û xwest serî li wan bidin û pêkanînên li girtîgehê ragihînin da ku ew jî karibin lêpirsînê bidin despêkirin.
DÎHA/EDENE