Ji fermana 3’ê Tebaxê ve êşên Êzîdiyên li çiyayê Şengalê, bi dawî nabin. Bi rexmê jiyana dijwar di şer de jî asayîşa PDK’ê ji Şengaliyan re astengiyan derdixe û nahêle ku ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.Êzîdiyên Şengalê ambargoya aborî ya bi destê hikûmeta PDK’ê, ji fermaneke pêkhatî dijwartir bi nav dikin. Xelkê Şengalê ji bo van kiryaran protesto bike pêr li ber asayîşa PDK’ê ya li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê civiya. Li wir gelê Êzîdî daxwazên xwe yên demokratîk anîn ziman û dan diyarkirin ku ew ê li hemberî van kiryaran bê deng nemînin.

Gelê Êzîdî da diyar kirin çima di dema fermanê de hêzên PDK’ê gel bê parastin hiştin û niha ji bo gel pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bînin, astengiyan derdixin û wiha hesas nêzîk dibin. Gel nerazîbûna xwe ya li hemberî girtina şervanên YBŞ’ê yên axa wan diparêzin jî anî ziman û da diyarkirin ku biratî wiha nabe. Xelkê Şengalê destnîşan kir ku êdî Êzîdî dikarin xwe biparêzin û wê destûrê nedin ti kes li ser wan desthiladariya xwe ferz bike.

Gel piştî ku daxwazên xwe yên bingehîn ji rayedarên asayîşê re îfade kir, bi dirûşmeya “Bijiî Berxwedana Şengalê” belav bû. 


 ŞENGAL/ROJNEWS 




Nameyek pêşkêşî Ebadî kirin


Êzîdiyên li Çiyayê Şengalê derbarê çend mijarên giring de nameyek pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî kir û daxwaz jê kirin ku komkujiya Şengalê bi fermî were qebûlkirin.
Di nameyê de hat gotin, ev zêdeyî salekê ye ew bi derfetên xwe li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin û şer dikin û nameyî weha dewam kir: “Ev berxwedan piştî vê yekê tê ku dema di 3’ê Tebaxa 2014’an de  gelê me rastî xirabtirîn komkujiya li hemberî mirovahiyê hat. Di diwê demê de nêzî 10 hezar polîs, pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê yên xwedî çekên giran bê ku qet parastina gel li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bikin di nava çend saetan de bajarok bi cih hiştin. Ji ber vê yekê bi hezaran malbatên Êzidiyan bûn mexdûrê van êrîşan û rastî komkujiyê hatin.”

Daxwazên Şengaliyan
Şengaliyan di nameya xwe de ev daxwazên hanê pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirin;
*  Avakirina komîsyoneke taybet ji bo lêkolîna sedemên ketina Şengalê.  
*  Lêpirsîn li gorî madeya 4’an ya terorê ya yasaya Iraqê li gel wan berpirsên bûne sedema ketina Şengalê û komkujiya li ser gelê Êzîdî pêkhatî, pêk were. 
* Piştgirî û alîkarîkirina keç û xortên Êzîdî yên parastina gelê Êzîdî dikin û li wir li hemberî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin di warê çek û cebilxane de alîkarî bê kirin û pêwîstiyên wan werin dabînkirin.  
* Alîkariya malbatên li Çiyayê Şengalê bê kirin ku hejmara wan nêzî 20 hezaran e. Piraniya wan zarok û jin in û di şert û mercên herî dijwar de dijîn. 
* Hikûmet û parlemana Iraqê bi fermî komkujiya Şengalê nas bike.”