Girtiya Siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan wek nerazîbûnek li dijî veguhestina xwe ya ji girtîgeha Xoy û rewşa xwe ya tendirûstî ku bi virûsa Koronayê ketiye, ev 5 roj in li girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Girtiya Siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji 20’ê Hezîranê ve li Girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat zanîn ku rewşa siheta Celaliyan jî xira bûye. Parêzer Suheyla Hicab a ku bi heman daxwazê ji 15´ê Hezîranê ve di greva birçîbûnê de ye, bi qeyda deng ragihand ku Zeyneb Celaliyanê 20´ê Hezîranê dest bi greva birçîbûnê kiriye û dixwaze yan wê vegerînin hepsa Xoz yan jî Evînê. Suheyla Hîcab bang li aliyan hemûyan kir ku li hemberî rewşê bêdeng nemînin. Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê jî agahî piştrast kir û got, tevî wê Suheyla Hicab û Sakîne Pervane yên li hepsa Xoyê jî ji 15´ê hezîranê ve di greva birçîbûnê de ne. Sakîne Pervane 21´ê Hezîranê ji ber ku siheta wê nebaş bû birine beşa miqatebûna sihetê ya li hepsa Xoyê. Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ev nêzî 13 salan e di hepsê de ye. Di vê demê de êşkenceya derûnî û fizîkî siheta wê xira kir. 21’ê Gulanê jî ew ji hepsa Xoy a ser bi parêzgeha Urmiyê birîbûn girtîgeha Qerçek û li wir bi vîrûsa koronayê ketibû. ew niha dixwaze ku bê dermankirin û her wiha wê bibin hepsa Xoy yan jî Evînê. TEHRAN