Rêxistina BDP’ê ya Zeytînburnuyê ji bo bîranîna Endamê Baskê Ciwanan ê HADEP’êZeynel Durmuş ê ku di 2001’an de ji bo beşdarî çalakiya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya Enqereyê bibe li Stenbolê di nava koma Zeytînburnuyê de amadekarî dikir di encama êrîşa polîsan de ji apatmanê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû “Nobeta Aştiyê” girt. Nobeta Aştiyê û merasîma bîranînê li ber avahiya BDP’ê ya Zeytînburnuyê pêk hat û bi sedan kesên ku Serokê Rêxistina BDP’ê ya Stenbolê Huseyîn Çalişçi jî di nav de beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên Zeynel Durmuş bi find û ronahiyan hate xemilandin û rêz hate girtin. Piştre jî welatiyan xwest eke her salê nobeta aştiyê bigirin. Lê polîsan bi gotina komeke nijadperest tê qadê xwest gel belav bibe. Lê li gel hişyariyên polîsan çalakî hate domandin û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” çalakî bi dawî bû.
STENBOL