Rêxistina Efûya Navneteweyî, ji bo siyasetvana Kurd Zeynep Celaliyan ku rejîma Îranê cezayê girtigehê yê muebbetê lê birriye, kampanya da destpêkirin. 

Arîşeyên tenduristiyê yên siyasetvana Kurd, Zeynep Celaliyan ku ev 11 sal in li zindanên Îranê girtî ye, ketiye rewşeke tehlûke. Celaliyana ji ber şertê 'vîdeoyên mikurhatinê' dermankirinê qebûl nake, ranakin nexweşxaneyê. Celaliyan li zindana Xoyê ya Tehranê tê ragirtin, û ji Adara 2017’an ve ji ber zexta bi êşkence û mikurhatinê standina dermanan red dike.

Rêxistina Efûya Navneteweyî ji bo ku Celaliyan a ku rewşa wê ya tendirûstiyê krîtîk e, azad bibe, kampanya da destpêkirin.

Rêxistinê diyar kir ku rejîma Îranê ji saziyên navneteweyî re dibêje, Celaliyan bi rengekî bi pergal derman dibe û bi vî awayî agahiya ne rast dide û got, "Zeynep Celaliyan ji ber nexweşiya wê ya giranbûyî ji ber ku ji miqatebûna tibî ya pispor bêpar maye, rîsk heye ku kor bibe."

Rêxistina Efûyê da zanîn ku li gel nexweşiya dil, rovî û gurçikan, Celaliyan êdî hêla xwe ya rastê jî hîs nake û got, parêzerên Celaliyan ji bo dermankirina wê ev 2 sal in miracaet dikin, lê ti bersivê nadin wan.

Rêxistina Efûya Navneteweyî li ser malpera xwe ya fermî ya înternetê bi Farisî, Ingilîzî, Erebî kampanya da destpêkirin û xwest ku êşkence û miemeleya nebaş bi dawî were û ji bo ku dermankirina Celaliyan pêk bê, xwest ku Celaliyan di  cih de bê berdan.

Zeynep Celaliyan li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşanê hat girtin û ji 2007’an ve li zindanên Îranê ragirtî ye. 


LONDON