Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim polîtîka û kiryarên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd rexne kir û got, “Erdogan digot Esed zarokan dikuje, ew jî zarokan dikuje. Her du jî yek zihniyet in, lê her yekî bi awayekî dimeşînin.”
Muslim bal kişand ser rêbazên polîtîkayên AKP’ê û rejîma Baes’ê û axaftinên xwe wiha domandin: “Niha hikûmeta AKP’ê bû wek Rejîma Baes. Erdogan dibêje ez demokrasiyê bi pêş dixim, Esed û rejîma Baes gelên Suriyeyê dikûjin’ ê niha ew çi dike, gelê xwe dikûje, digot, azadî ji bo ramanê tuneye, lê ew jî niha rewşenbîran digire davêje zindanan. Her du jî yek zihniyet in, lê her yekî bi awayekî dimeşînin. Li vî milî bi navê rejîma Baesê tê meşandin, li wir jî bi navê AKP’ê.”
‘Ev zihniyeta DAIŞ’ê ye’
Salih Muslim di dewama axaftina xwe de got, Tirkiyê kiryarên xwe di bin navê NATO’yê de bin cil dike û weha peyivî “Li Kobanê tiştên pêk anîn, li Silopî, Farqînê, Nisêbîn, Cizîrê û Surê jî pêk tînin. Li Kobanê zarok qetil dikirin, niha jî li Bakur qetil dikin. Bajar didan ber tang û topan, niha li Bakur jî heman tiştî dikin. Ev zihniyeta DAIŞ’ê ye. Divê AKP´ê ders ji Suriyê girtibûya, lê na, her çiqas here dê bi xirabiyê ve biçe.”
‘Tirkiye dixwaze bi Rojava re şer bike’
Hevserokê Giştî ya PYD’ê Salih Muslim, bal kişand ser êrîşên leşkerên Tirk ên li ser sînorê bi Rojava re û kuştina sivîlan û got: “Mesele ne meseleya kolana xendekan e, yan jî danîna dîwar e li ser sînor. Dixwazin ji bo şer bidin destpêkirin û desketiyên Şoreşa Rojava pûç bikin, bingeh ango zemînekî çêkin.
Muslim da zanîn ku armanca dewleta Tirk bi êrîşên li ser sînorê Rojava ew e ku Rojava jî bersivê bide wan û got: “Bi vê yekê dixwaze ya gel bilivîne, dafikan datîne da ku ji bo êrîşên leşkerî dijwartir bike hêncetan çêke, lê gelê me hişyar e, dê bi lîstika wan nexape. Em ê bi listîka wan nexapin, lê em ê van êrîşan jî qebûl nekin.”
‘Here li welatê xwe xeta deyne’
Muslim, hemleya Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) ya “Rizgarkirina gundewarên başurê Kobanê ji çeteyan” a ku heta bi rizgarkirina bajarokê Teşrînê çû jî pîroz kir û diyar kir ku ev hemle ji bo hemû pêkhateyên Suriyê pirr girîng bû.
Salih Muslim di dewama axaftinên xwe de nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên serokkomar û serokwezîrê Tirk ya “Wirdetirê Firadê xeta me ya sor e”, “Yên derbasbûne ne Kurd in, Ereb in” da û got: “Yanî li ser vê mijara xeta sor jî polîtîkayek pirr şaş heye. Yanî çi heqê serokkomar an jî serokwezîrekî dewletekê li ser axa xelkê din heye ku xetên sor nizanim xetên kesk, şîn diyar bike.”
Muslim axaftina xwe wiha domand: “Li ser axekê ku Ereb û Kurd bi hev re lê dimînin, nizanim Ereb ketine wir, ne Kurd in, yan jî Kurd in, ne Ereb in, çi îşê te pê ketiye, yanî çima ev yek ewqasî zorê li tedike. Xetan datînî, xeta sor datînî here li welatê xwe deyne. Tu xeta sor di erdeke din de deynî wê pêl bikin û derbas bikin. Êdî ew Ereb in Kurd in, ewqas ne gerek e jî, Hêzên Suriya Demokratîk kî ne? Hemû pêkhate di navê de ne, nizanim, ew derbas bû, ew derbas nebûye. Ereb, Kurd, Suryanî, Tirkmen hemû pêkhate di nava vê hêzê de hene.”
‘Divê aliyên esas neyên dûrxistin’
Salih Muslim di biwara civîna Cenevre de ku tê plankirin di 25’ê Çileyê de bê lidarxistin jî axivî û got “Eger ev civîn jî wekî Cenevre-2 be jixwe tu maneya wê namîne.”
Muslim got, heke ji bo civînê bangî wan bikin, ew ê biçin tevlî civînê bibin, lê eger weke civîna Cenevre-2 bikin dê dîsa bê encam bimîne.
Muslim bal kişand ser civîna Cenevre-2 û got: “Hin aliyên esasî dûr xistin, tevlî nekiribûn, yek jê aliyê Kurd bû, ango Xweseriya Demokratîk, heke tevlî nekin wê careke din heman tişt pêk were û bê encam bimîne. Di maneya xwe de dîsa naxwazin encamek derkeve, çareseriyeke demokratîk derkeve holê.”
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim, diyar kir ku ji bo Suriyeke demokratîk hewildanên wan yên xurt hene u wiha axivî: Ji bo Suriyeyeke demokratîk nexşerêyên me jî hene. Konseya Suriyeya Demokratîk heye, em dê li ser vî esasî herin.”
ANHA/KOBANÊ