Şandeya KNK’ê bi nêzîkbûna 28’emîn salvegera komkujiya Helebceyê, pêr piştî nîvrojê çû serdana Helebceyê. Şandeya ku Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç jî tê de bû, goristanên şehîdên kimyabarana Helebceyê ziyaret kir û destegulek danî ser bîrdariya şehîdan.

Hevseroka KNK´ê Nîlûfer Koç derbarê mijarê de axivî û got: “Ji bo em ji nêz ve kimyabarana Helebceyê bibînin, me ev serdan pêk anî. Em gelekî ji dîtina wêneyên komkujiya bi serê gelê me de hatî, êşiyan. Piştî derbasbûna 28 salan dîsa em dibînin ku dijminên gelê Kurd di nava hewldanên tinekirina gelê Kurd de ne. Heman karesata kimyabarana Helebceyê li parçeyên din ên Kurdistanê bi serê gelê Kurd de tê.”

 

Banga siyasete yekgirtinê 

Nîlufer Koç di dewama axaftina xwe de bal kişand ser helwêsta hevbeş a dagirkerên Kurdistanê li hemberî Kurdan û wiha pêde çû: “Dijiminên gelê Kurd çi Sedam, çi Erdogan, çi rejîma Îranê û çi jî rejîma Baasî ya Sûriyê dibe, divê em li hemberî hemiyan li ber xwe bidin. Em nehêlin xwîna şehîdên me bîla sedem biçe. Em îro dibînin ku komkujiyên wek Helebceyê li Rojava û Bakurê Kurdistanê li Sûr, Cizîr, Silopiya û Şirnexê dubare dibin.” Koç ji bo karesatên wek Helebce dubare nebin banga yekîtiyê kir û got, îro derfetên mezin ji bo gelê Kurd hene.

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç di dewama axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e Kurd siyaseteke rast bimeşînin û wiha axivî: “Di Rojhilata Navîn de guhertinên mezin çêdibin. Pêwîst e di van şert û mercan de gelê Kurd yekîtiya xwe biparêze. Siyasete rast ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd bike, bimeşîne. Êdî dema azadî û rizgariyê hatiye. Çawa ku beriya niha Başûrê Kurdistanê karî xwe ji bin zilma rejîma Sedam rizgar bike, niha jî em dibînin gelê Kurd li Bakur û Rojava ber bi rizgariyê ve gav davêje.”



 CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE