Ji kantonên Kobanê û Girê Spî bi sedan mêr ji bo 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şideta li dijî jinê rabûn ser piyan û xwepêşandan li dar xistin.

Yekemîn car e li asta herêmê û tevahiya cîhanê çalakiyeke bi vî rengî tê lidarxistin. Doh bi sedan zilamên Herêma Firatê yên ji kantonên Kobanê û Girê Spî li dijî şideta li dijî jinê li bajarê Kobanê xwepêşandaneke girseyî organîze kirin.

Di vê xwepêşandanê de ku di çarçoveya çalakiyên Kongreya Star ên ji bo 25’ê Mijdarê de bi rê ve çû, pankartên wekî “Hilweşandina pergala Îmraliyê hilweşandina qeydên jinê ne” hatin hilgirtin.

Zilamên Kurd, Ereb û Turkmen ji Qada Jina Azad dest bi xwepêşandan xwe kir û alên Kongreya Star û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser a Kobanê û endamên meclîsa navçeya Sirîn, her wiha bi dehan ji endamên saziyan tevlî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêr heta bi Qada Şehîd Egîd meşiyan û dirûşmên silavkirina berxwedan û têkoşîna jina azad ên wekî “Bê jinê, jiyan nabe”, “Bila şideta li dijî jinê ji holê bê rakirin” û “Bijî Serok Apo” gotin.


Rojeke dîrokî ye

Dema ku xwepêşandan gihişte Qada Şehîd Egîd, li ser giyanê pakrawanên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen axivî, roja 25’ê Mijdarê ku tê de gelek mêr ji bo bidawîkirina şideta li dijî jinê rabûne ser piyan, wekî rojeke dîrokî bi nav kir.

Şêx Hesen bal kişand ser kesayeta jina azad û got “Bi kesayeta jina azad, em dikarin ji hişmendiya tundrew tolê hilînin. YPJ li Rojava û Bakurê Sûriyeyê di şerê xwe yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de xwe îsbat kiriye.”

Ji aliyê xwe ve Mihemed Receb Mustefa yê Turkmen li ser navê Meclîsa Gel a Navçeya Sirînê axivî û got “Îro em hatine li gel jinên Kurd û Ereb û tevahiya jinan û xwediyê ramanên mezin, Abdullah Ocalan bisekinin.”

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana jina azad hatin gotin. 


 ANHA/KOBANÊ