Li Moskowayê çalakiyên cuda
Ji aliyê din ve Zeynep Kinaci (Zîlan) li Federasyona Rûsyayê bi çalakiyên cuda hat bîranîn. Kinaci li Mala Kurdan ji aliyê gelek Kurdistaniyan ve hat bîranîn. Di çalakiya şevê din saet di 19:00’an de nameya Zeynep Kinaci ya ku berî çalakiyê ji gelê Kurd, hevalên xwe yê tekoşînê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandibû, ji hêla Amena Aliyeva hat xwendin. Piştî xwendina nameyê nûnerê rêxistina Kurd li ser wateya rojê û pêşveçûnên li Kurdistanê diqewimin axaftin kir. Seroka Organîzasyona Viyan a Jinên Kurd li Moskowayê Tera Qadir jî axivî Çalaki bi stranên Berfîn Mamedova û Hogir Lazgiyeva ve bi dawî bû.
MEXMÛR/MOSKOWA