Çalakgera efsanewî ya ARGK´ê Zîlan (Zeynep Kinaci) li paytexta Awusturyayê Viyanayê hat bibîranîn.
Zîlan a ku li Dersimê sala 1996'an li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiya fedaî li dar xist, li Viyanayê bi civîneke gel hat bibîranîn. Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Viyanayê pêk hat û mirovên di komkujiya Kobanê ya 25'ê Hezîrana 2015'an de jiyana xwe ji dest dayî jî di civînê de hatin bibîranîn.
Qisekeran di civînê de bi bîr xist ku sala 1996'an êrîşên giran dihatin kirin, hewldanên sûîqestê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin û gotin, Zîlan bi rêya çalakiya xwe bersiveke zelal da van hemûyan.
Di civîna bîranînê de ev peyam hat dayîn: "Zîlan sembola azadiyê ya jinên Kurd e". Çalakî bi gotina dirûşman qediya.
VIYANA