
Di encama êrîşa hêzên dewleta Tirk de, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli 25’ê Cotmehê hatibûn binçavkirin û rojekê piştî wan jî Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata hatibû binçavkirin. Piştre jî dadgeha dewleta Tirk jî biryara girtina hersêkan da. Nerazîbûnên ji van êrîşên dewleta Tirk di nava gel û siyasetvanan de zêde dibe. Parlementerên HDP´ê û siyasetvanên Kurd li dijî êrîş û girtinan nerazîbûna xwe îfade kirin.
‘Têkoşîna jina Kurd wê bi ser keve’
Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan li dijî qirkirina siyasî, nerazîbûna xwe anî ziman û got, ev êrîş û girtin ne niha hatine amadekirin, ji mêj ve ev plan amade kirine. Ocalan anî ziman ku di şexsê Berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata de dixwazin temsîliyet û vîna jina Kurd dîl bigirin. Lê tu hêz nikare jina Kurd û vîna gelê Kurd teslîm bigire. Ocalan dest nîşan kir ku ew ê bi têkoşîna jina Kurd bi ser kevin û li dijî hemû bêhiqûqî û pêkanînên tinekirinê banga xurtkirina berxwedanê kir.
‘Bi deh salan e ev hovîtî dimeşe’

Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Şîrîn Tunç jî diyar kir ku li ser gelê Kurd zilmek giran ev bi dehsalan e ku tê meşandin û di qonaxa dawî de girtina Kişanak, Anli û Ata şermezar kir. Tunç ev êrîş wekî peyameke ji bo gelê Kurd nirxand û got, “Dibêjin ‘Hûn nikarin li vîna xwe xwedî derkevin û temsîl bikin.’ Xwesteka wan ew e ku vê zilmê bidomînin. Lê pêwîst e, di vê pêvajoyê de gelê Kurd bêhtir xwedî li vîn û nirxên xwe derkeve.”
Irmak: Hêrsa gelê Kurd wê biteqe

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selman Irmak jî destnîşan kir ku ew ji vê pêla binçavkirin û girtinê şaşwaz nebûne û got, ew li benda êrîşeke wisa bûn. Irmak da zanîn ku AKP dixwaze vîna gelê Kurd bi tevahî binpê bike. Irmak êrîş û girtinên dawî wek ‘peyama şerê aktîf’ nirxand û wiha peyivî: “Dixwazin vîna gelê Kurd bi awayekî siyasî bixin pişt deriyên hesinî. Lê heta roja îro bi girtin û komkujiyan ev yek gelek caran hatiye ceribandin, lê bi ser neketine. Em jî vê peyamê didin, ‘Heta ku yek kes ji me bimîne em ê li ber xwe bidin. Gelê me jî li dijî peyama AKP’ê li ser piya ye. Bila baş bizanin, ‘Her ku diçe hêrsa gelê Kurd zêde dibe û eger ku hêrsa gelê Kurd biteqe kes nikare li ber vê hêrsê bisekine. Ew ê wekî lehiyê bi ser wan de biherike. Bila kes Mehmet Tunç û Asiye Olmez û yên di ji bîr neke. Çawa ku wan çong danenî gelê Kurd jî wê ji niha şûn ve li ber êrîşên faşîzmê çong daneyne. Peyama me gotinên Tunç û rêhevalên wî ne. Jin jî li dijî şerê tinekirinê wê li ber xwe bidin û wê şer têk biçe û azadî bi ser keve.”
‘Bila hemû netewe û bawerî rabin ser piya’
Endamê Komîsyona Civak û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Huseyîn Bariş jî bilêv kir ku ev êrîş ne naskirina gelê Kurd û Kurdistanê ye. Li gel hemû planên têkibirinê û pergala avakirina dewletê ya tekane berxwedana xwe wê bidomîne. Bariş bang li hemû civak û baweriyên li Kurdistanê kir ku li dijî vê zilmê nerazîbûna xwe ya demokratîk bide meşandin û got, ev şer tenê ne li dijî Kurd e li dijî hemû beşên civakê ye. Pêwîst e, hemû pêkhateyên li Kurdistanê xwedî li vîna xwe derkevin.
BÎLAL GULDEM / AMED