Bi armanca guhertina demografiya kantona Efrînê, dagirkeriya Tirk malbatên çeteyan û şêniyên ji herêmên din bi taybet ji Idlibê li Efrînê bi cih dike.

Çavkaniyan ragihand ku dagirkeriya Tirk li nêzî gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê, gundê Sûrkê yê navçeya Reco û li navenda Cindirêsê kampên nû ava dike. Tevî firehkirina kampan, li gundên Mele Xelîl û Mihemediye yên girêdayî navçeyê.

Her wiha dagirkeriya Tirk çeteyên xwe tevî malbatên wan ên ji Idlibê bi rêya bicihkirina wan li Efrînê, diparêze. Li gorî çavkaniyan, dagirkeriya Tirk heta niha zêdetirî hezar malbatî ji Idlibê anîne Efrînê û di gundên her du navçeyên Şiyê û Bilbilê de li malên şêniyên Efrînê yên ku hatine koçberkirin, bi cih kirine.

Revandina mirovan

Çeteyên dagirkeriya Tirk mirovan jî direvînin. Bi armanca fîdyexwestinê û koçberkirinê, çete yek kesekî gelek caran direvînin. Di nava meha bihurî de Mihemed Ibrahîm ê 1969` de ji dayik bûye ê ji gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê û bavê 6 zarokan e, hatiye revandin. Ibrahîm ji ber ku di 14`ê Gulanê de çiloyê rezên wî wî talan dikin û bi awayekî hovane lê didin, piştî çend rojan jiyana xwe ji dest da.

Di 15`ê Gulanê de çeteyan Mihemed Ehmed Birîm (33) cara sêyem revand. Wan her wiha Ebdo Mihemed (25) ê ji gundê Miskê jorîn ê navçeya Cindirêsê jî revand; heta niha çaranûsa her duyan ne diyar e. Çeteyan beriya çend rojan Tahir Şahîn ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê jî revand.

Çarenûsa Hemze Ibrahîm (25) û xwişka wî Asya ji gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê, Hesen Hemo, Zêneb, Mihemed Hemo û Sewliye ji gundê Kumreşê yê navçeya Racoyê hîna ne diyar e. Hêzên dagirker, endamê meclisa xwe ya herêmî ya Cindirêsê, Cîgerxwîn Semo yê ji gundê Hec Hesna jî revand.

 

 ANHA / EFRÎN