Li bajarê Elmanyayê Heilbronnê, polîsê Elman bi ser Navenda Civaka demokratîk a Kurd (NCDK), mala Hevserokê Federasyona Civakên Kurdistanê (FCK) Saît Ozturk û 4 siyasetvanên din ên Kurd de girt.
Di serdegirtinên hevwext de doh polîs sibehê saet 6´an gava ku hevserokê FCK´ê ji kar vedigeriya malê bi ser mala wî de jî girt. Ozturk “Ez çawa ketim hundir, polîs jî ketin hundir. Bi dehan polîs bûn. Ji ber qaşo xebatên PKK û ji ber karê min ê komeleyê mala min û erebeya min xistin ber lêgerînê.”
Saît Ozturk got, heta saet 9.45’ê dewam kiriye, telefona wê ya destan, kompûter, gelek kitêb, kompûter û telefonên destan ên zaroka wî, rojname û kasetên vîdeo yêîn malbata wî hatine desteserkirin. Wî got, hinceta 5 rûpelî jî disipêrin hin belgeyên par di serdegirtina komeleyê de hatine desteserkirin.
Li avahiya NCDK´a Heilbronnê jî kompûter û rojname hatin desteserkirin. Li ser serdegirtina malên hevseroka NCDK´a Heilbronnê û 3 rêveberên komeleyê ku ew jî Gûlîstan Ozdemîr, Lokman Karaaslan, Rahîme Ateş û Dîkkat Revsî ne, agahî bi dest neketin.
HEILBRONN
Nabe ev zilm bê qebûlkirin
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) avêtina ser malên rêveberên saziyên Kurd ên li bajarê Heilbornnê şermezar kir..
KON-MED’ê têkildarî serdegirtina malan bi destê polîsê Elman got; “Dewleta Elman têkiliyên xwe yên qirêj ên bi dewleta Tirk re didomine û girêdayî vê bi ser mal û saziyên Kurd û rêveberên wan de digire. Ti hinceteke mafdar ya van zextan tineye. Em ti caran zextên li ser rêveber û saziyên Kurdsitanî qebûl nakin û em wan şermezar dikin.”
KON-MED’ê polîsan bi awayekî keyfî avêtiye ser malan û gelek alav desteser kirine.
Herî dawî KON-MED’ê got; “Em tiştekê bi bîr bixin; Gelê Kurd ti caran ji zilmê re serî netewandiye û natewîne jî. Di serî de miletê Kurd, em bang li raya giştî ya demokratîk hemûyî dikin da ku piştgiriyê bide navendên civaka Kurd.”