Li herêmê pasdarên Îranê wekî din dest daniye ser bar û eşyayên kasibkar û qaçaxçiyan. Xelkê gundên derdora Serdeşt ku zêdetirê wan debara xwe li ser vî karî dikin, li hemberî vê nerazîbûn nîşan dan. Hêzên pasdar ên Îranê roja 28’ê Hezîranê jî du qaçaxçiyên xelkê Serdeştê yên bi navê Letîf û Reûf Elîxanî qetil kiribûn.
Kasibkaran çend hesp jî kuştin
Endamê desteya rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan Cehangîr Ebdullahî der barê bûyerên rojên dawî yên li herêma bajarê Serdeştê, aloziyên navbera gundiyên herêmê û hêzên rejîma Îranê de got; “Roja Sêşema hefteya buhrî, hêzên pasdarên Îranê êrîş diken ser komek qaçaxçiyên ji gundê Giwêzîlê, li nêzî çemê Kelwê û bi şêweyekî bêyî ku hişyar bikin qaçaxçiyan gulebaran dikin. Di encamê de 2 qeçexçiyan jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn, pasdaran dest danî ser malê kasibkaran û çend hespên wan jî kuştin.”
Êşkence li kal û pîran kirin
Cehangîr Ebdullah bal kişand ser zêdebûna aloziyên li herêmê û got; “Baregeha pasdaran a li gundê Giwêzîle piştre êriş kirin gund û gelek welatî birîndar kirin. Welatiyên gund jî ji neçarî gundê xwe bi cih hiştin. Di êrîşa sêyem de ku li gund zêde kes nemaye, hêzên pasdaran gund dagirkirin, kal û pîrên li gund derdest kirin û li baregeha pasdaran a bajarê Serdeşt êşkence li wan dikin.”
Gefa kuştinê li gundiyan xwarin
PHat zanîn ku pasdaran gef li gundiyên mayî xwariye ku heke 300 metroyan ji gund bi dûr bikevin, ew ê wan bikujin.
Li gorî agahiyan piştî vê bûyerê, 1’ê Tîrmehê ciwanên gundên Giwêzîlê û Bêwranê vedigerin gundên xwe, dibînin ku xelkê gund hemû hatine derdestkirin. LI ser vê berê xwe didin baregehên pasdaran û kesên hatîn berdestkirin jî rizgar kirin. Ji wê demê ve rageşiya di navbera xelkê herêmê û hêzên rejîma Îranê de dewam dike.
SERDEŞT